Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) Ferîd Azad hat girtin.
Berdevkê PCSyê Ferîd Azad doh ji aliyê polîsan ve hatîbu desteserkirin.
Ferîd Azad ku derket pêşberî dadgehê, biryara girtina wî hat dayîn.
Platforma Ciwanên Serbixwe li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hêzên ewlehiyê dê Ferîd Azad bibin girtîgeha Amedê.
Li gorî daxuyaniya Platforma Ciwanên Serbixwe parêzeran wan dê îtîraza vê biryarê bikin.
Platforma Ciwanên Serbixwe her wiha da zanîn ku sedema girtina wî bi giştî çalakiya wan a Newrozê û bilindkirina Alaya Kurdistanê tê nîşandan.