Artêşa Îraqê cotyarekî Kurd desteser kir

Artêşa Îraqê doh li gundê Pelkaneyê yê girêdayî Komelgeha Sergeranê cotyarekî Kurd desteser kir û bi biryara dadwerî zindanî kir.

09.04.2025, Çar - 10:12

Artêşa Îraqê cotyarekî Kurd desteser kir
Nuçe Belav bike

Artêşa Îraqê doh danê êvarê, li gundê Pelkaneyê yê girêdayî Komelgeha Sergeranê, cotyarekî Kurd bi navê Goran Silêman desteser kir.

Wî cotyarî ku niha li Bingeha Polîsên Sergeranê bi biryara dadwerî hatiye zindanîkirin ji ajansa K24ê re got, “Me li nav gundê Pelkaneyê zeviyek heye, rûberê wê ji donemekê kêmtir e û pêştir hêzên ewlehiyê rê daye ku ez wê bikêlim û ji bo karê çandinê bi kar bînim, ji ber ku çi arêşe li ser wê nînin, lê hêzeke artêşa Îraqê bi ser min da girt û di dema kêlana zeviyê de ez desteser kirim.”

Wî cotyarê Kurd herwesa got, “Di dema hatina hêza artêşa Îraqê de, peywendiyeke tilefonî ji aliyê Ferhan Xezal ve ku şêxekî Erebên hawirdekirî ye jê re hat û jê re got: Eger hûn wî desteser nekin, ez ji aliyê di ser we de re dibêjim ji bo ku we siza bide.”

Cotyarê navbirî herwesa daxwaz ji berpirs û nûnerên Kurd kir ku, desttêwerdanê bikin û wî azad bikin.

Piştî 16ê Cotmeha 2017ê, Erebên hawirdekirî bi piştevaniya artêşa Îraqê berdewam destdirêjiyan dikin ser cotyarên Kurd û bizavê dikin ku zeviyên wan dagir bikin.

Tevî ku berî çend mehan li Civata Nûnerên Îraqê deng li ser qanûnên serdema Beisiyan ên girêdayî erd û zeviyan hat dan û ew qanûn hatin hilweşandin, lê heta niha ew biryar nehatiye bicihanîn û artêşa Îraqê jî li ser binpêkirinên xwe li beranberî cotyarên Kurd berdewam e, lewma jî cotyarên Kurd nekarî îsal zeviyên xwe bi kar bînin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 134 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:02:12
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x