Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew dikare pirsgirêkên Îsraîl û Tirkiyê çareser bike.
Serokê Amerîkayê Donald Trump, piştî hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu re li Qesra Spî, behsa Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan jî kir.
Donald Trump di axaftina ya li kêleka Benjamin Netanyahu de pesnê "têkiliyên xwe yên gelekî baş" ên bi Erdogan re da.
“Têkiliyeke min a gelekî baş bi Tirkiyeyê re heye”
Trump ji rojnamegeran re got, "Min ji Netanyahu re got, 'Eger pirsgirêkeke te bi Tirkiyeyê re hebe, ez dikarim vê çareser biki lê divê tu maqûl bî.`
Têkiliyeke min a gelekî baş bi Tirkiyeyê û Erdogan re heye. Ez ji wî hez dikim, ew jî ji min hez dike û ev rewş medyayê hêrs dike.”
Tirkiye piştevanê sereke yê hevpeymaniya komên çekdar a bi serkirdeyetiya Îslamî ye ku di Kanûna Pêşîn de Beşar Esed li Sûriyeyê rûxand.
Nifûza Tirkiyeyê li ser rayedarên nû yên Sûriyeyê bûye sedema dilgiraniya Îsraîlê ku êrişên asmanî û operasyonên bejahiyê li başûrê Sûriyeyê pêk aniye da ku hêzên hikûmetê ji sînorên xwe dûr bike.
“Erdogan mirovekî pir bi hêz e”
Trump xuya kir ku ew qebûl dike ku Tirkiye li Sûriyeyê zal e û got:
“Min got, pPîroz be, te tiştekî kiriye ku ti kesî di nav 2000 salan de nikarîbû bike. Te Sûriye bi navên cihêreng kontrol kiriye lê ferq nake.
Trump li ser Erdogan pesnê xwe berdewam kir û got, "Erdogan mirovekî pir bi hêz e û wî tiştê ku kesî nikarîbû bike, kir.
Erdogan bi rastî kesekî xurt û pir jîr e. Wî tiştê ku ti kesî din nekarîbû pêk bîne, pêk anî."
Netanyahu jî di heman demê de, dilgiraniyên Îsraîlê yên li ser nifûza Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê anîn zimên, û pesnê Serokê Amerîkayê wekî navbeynkar da.
Wî got, "Têkiliyên me yên dostane bi Tirkiyeyê re xirab bûn û em naxwazin bibînin ku Sûriye ji aliyê ti aliyekî, bi taybet jî Tirkiyeyê, wekî bingeheke êrişkirina li ser Îsraîlê tê bikaranîn.
Me gotûbêj kir ka em çawa dikarin bi rêbazên cihêreng vê nakokiyê çareser bikin, û ez bawer im ku ji bo vê armancê em nikarin navbeynkarekî çêtir ji Serokê Amerîkayê bibînin."