Li zozaneka parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê şer di navbera gundiyan de derket û herî kêm 4 kes hatin kuştin.
Îro danê sibê xelkê gundê Saritaş yê Colemêrgê û xelkê gundê Dereîçî yê Wanê li ser zozana Bîlgîlî ya Wanê kirin şer.
Di wî şerî de ku bi tifengan li hev dan, 4 kes hatin kuştin û kesek jî birîndar bû.