Meclisa PAKê Li Amedê Civîya

Meclîsa PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê), civîna xwe ya 9emîn , di rojên 21-22.01.2017an de li Amedê lidarxist.

24.01.2017, Sal - 15:38

Meclisa PAKê Li Amedê Civîya
Nuçe Belav bike

Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk serpereştîya civînê kir.

Civînê bi rêzgirtina şehîdên Kurdistanê destpêkir. Paşê Mustafa Özçelik, bi wê rojeva ku ji alîyê meclîsê ve hatibû qebûl kirin, dest bi civînê kir.

Meclîsa PAKê du rojan di derbarê pêvajoya giştî û xebatên rêxistinî de nirxandin û tesbîtên berfireh kir û biryarên pewîstî pê hebûn wergirt.

Meclîsa PAKê, li ser pêvajoya heyî van tesbîtan kir:

--Parlamentoya Tirkîyê ji bo guherandina 18 xalên Destûra Tirkîyeyê, bi piranîya dengan biryara Referandumê da.

Îro bi Rewşa Awarte, Destura Tirkîyeyê ya heyî jî, di fiîlîyatê de ji holê rabûye, tune hatîye hesibandin.Ev referandûma ku dixwaze Sîstema Serokatîyê bîne jî di bin qedexeyên Rewşa Awarte de dê lidar bikeve.Ji demazrandina Komara Tirkîyeyê heta îro, destûrên hatine tedbîqkirin gişt, li ser esasê, tunehesibandina miletê Kurd û rêlibergiritina hemû maf û azadîyên wî yê netewî hatine çêkirin.

Destûra nuha ya heyî, destûreke bermayîya rejîma 12 Eylulê ya darbeya eskerî ye û li gorî destûrên pêştir, hîna nîjadperest e û bi ruhîyet û hişmendîyeke faşîstî hatîye nivîsandin. Van 18 xalên ku dê biçe referandûmê dê sîstemeke takekesî, sîstemeke hîn zêdetir otorîter bi xwe re bîne û temama desthilatdarîyê dê bixe destê ‘’Serok’’. Îro heger pêwîstîyek hebe , ew jî ne guhertinên bi vî rengî ne; divê destureke nû bê çêkirin. Destûreke nû jî divê hebûna miletê Kurd û mafê wî yên netewî qebûl bike û herweha sîstema federalîyê ya ku hebûna du milet û du welatan ji xwe re bike bingeh. Pêwîstî bi destûreke ku hemû pêkhateyên etnîkî, civakî, olî, mezhebî qebûl dike û temînata mafê wan bicîh dike heye. Destûreke azadîxwaz û demokrat ku wekhevîyê û edaletê pêk bîne divê bi îrade û beşdarîya hemû van alî û pêkhateyan bê amade kirin.

Meclîsa PAKê di vê civîna xwe de biryar da ku, di derbarê vê Referandûma Desrûtûrê de bîr û ray û meyla hemû endam û alîgir û der û dora PAKê werbigire û li gel vê jî, bi alîyên Kurdistanî re helwesteke hevbeş bihûne.

--Meclîsa PAKê, careke din dîyar dike, ev şerê ku li bakurê Kurdistanê ji temûza 2015an û heta îro berdewam e, dê nikaribe tu pirsgirêkan çareser bike.Aşkere ye ku, piştî şikestxwarina hewla darbeya eskerî û îlan kirina Rewşa Awarte, xeterîya vî şerê heyî zêdetir bûye. Rewşa Awarte her ku diçe, zêdetir rê li ber xebat û destkeftinên sivîl, demokratîk û sîyasî digire. Bi vî şerî û bi Rewşa Awarte, dixwazin berê Kurdan bes bidine rêya şîdet û şerî . Lê divê em li himberî van lehîstikan hişyar bin û divê bi awayekî biryardarî em li ser xeta sîyasî û sivîl israr bikin.

Meclîsa PAKê tesbît dike ku îro pirsgirêka me ya esasî, ev şerê heyî ye. Divê em wekî hemû pêkhteyên Kurdistanê xebata xwe ji bo rawestandina şerî û bi beşdarîya hemû partîyên kurdan destpêkirina pêvajoyeke rasteqîn ya çareserîya sîyasî seferber bikin.

--Eşkere ye ku li Bakurê Kurdistanê hevkarî û tifaqên li ser bingeheke netewî û Kurdistanî, pêwîst in. Girîng e ku hemû alîyên kurdan, li gel hemû ferqîyetên xwe jî, di nav danûstandin û dîyalogan de bin; di pêngavên piçûk da be jî, divê rêya dîyalogan li hevdu negirin. Lê, hevkarî û tifaq divê li ser esasê prensîban bê avakirin. Bingeha tifaqeke netewî hebûna miletê Kurd e, hebûna Kurdistanê û qebûl kirina ala Kurdistanê ye. Herweha rêzlêgirtina di navbera hêzên sîyasî , xwedî lêderketina destkeftîyên hemû perçeyên Kurdistanê û parastina statuyeke sîyasî ji bo Kurdistanê esasên tifaqeke netewî ye.

Meclîsa PAKê li her çar perçeyên Kurdistanê jî, rêya serkeftin û parastina berjewendîyên netewî, di piştgirî û hemahengîya navxweyî de dibînin û bawer dike ku, partîyên sîyasî ji bo doza azadîya Kurdistanê de ji bo gihîştina armancê wasita ne.Heger hebûn û parastina rêxistinê bibe armanca esasî û temama sîyasetê jî bes li ser vê armancê bê hûnandindin, dê doza azadadîya welatê me zerarê bibîne.

-- PAK li ser hişmendîya yek kirina potansîyela azadîxwaz , demokrat a Kurdistanî hatiyê damezrandin. Meclîsa partîya me vê sîyasetê wekî pêwîstîyeke gelê me dibîne û careke din dipejirîne.Lê ya balkêş ew e ku di nav vê potansîyela ku me destnîşan kirîye, ji xeynî PAKê, tu alîyekî din xwe nedaye ber pêkanîna vê pêwîstîyê. Meclîsa PAKê careke din dîyar dike ku dê li ser vê sîyaseta xwe bi biryardarî bimeşe. Lê aşkere ye ku pêkhatina vê felsefe û hişmendîyê, bi pêşketin, geş kirin û aktîf kirina xebata PAKê dê hîna nêztir û xurtir bibe.

--Meclîsa PAKê banga Serokê Herêma Kurdistanê Rêzdar Mesûd Barzanî ya ji bo çareser kirina pirsgirêkên navxweyî, wekî bangeke girîng û biqîmet dinirxîne. Bi vê minasebetê, em bangî hemû partîyên di Hikûmet û Parlamentoya Başûrê Kurdistanê de ne dikin ku demildest ji bo çareserîya pirsgirêkên sîyasî gavên pêwîst bavêjin û ji bo serxwebûnê nexşerêyeke ku êdî neyê paşde xistin tesbît bikin.

-- Meclîsa PAKê, dibêje ku, bêtifaqîya di navbera partîyên Rojavayê Kurdistanê, rê ji xeterî û tehdîtên li ser pêşeroj û îroya gelê me yê Rojavayê Kurdistanê zêdetir dike. Avakirina îdareyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî û aborî wekî wazîfeyeke netewî û dîrokî li ser milên TEVDEM, ENKS û hemû partîyên Rojavayê Kurdistanê ne. Jibo gelê me bikaribe ji van firsendên heyî, feydê werbigire, jibo rê li ber wan xeterîyên ku li ser doza azadîya gelê me ne bê girtin, berîya her tiştî, divê TEVDEM û PYD Mitabaqatên Hewlêrê û Dihokê pêk bînin.Aşkere ye ku ji bo di platformên navnetewî de jî, gelê me yê Rojavayê Kurdistanê bikaribe bê temsîl kirin, divê îradeyek û îdareyeke hevbeş ya eskerî, sîyasî û aborî hebe.

--Li Rojhilatê Kurdistanê, tifaq û hevkarîyên partîyên kurdan dê piştgirîya nevnetewî jî, dê doza azadîya Kurdistanê jî xurtir û geştir bike.

Em bi rêzdarî, van biryar û tesbîtên civîna Meclîsa PAKê ji bo raya giştî radigihînin .

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1172 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:47:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x