Li gor nûçeya Ajansa Anadolu ya Tirkiyê, ku ajansa fermî ya wî welatî ye û ew nûçe spartiye çavkaniyên ewlehiyê û diyar kir, MÎTê berpirsê rêxistinê yê sîstema pêwendî û gehandinê û kesê ku sîstema bernameyên pêwendiyê çêdikir ê bi navê Emre Şahîn ê wek di nav PKKê de Rodî dihate naskiirn di operasyoneke li Çiyayê Gare bê bandor kiriye û jiyana xwe ji dest daye. Hat ragehandin Emre Şahîn girêdayî berpirsê payebilind ê PKKê Murat Karayilan ve girêdayî li ser rêbazên pêwendiyên veşartî kar dikir. Hat diyar kirin di operasyona hate kirin de, Emre Şahîn û parêzvanê wî yê li gel hatin kuştin.
Li gor heman çavkaniyê kuştina Emre Şahîn wek derbekî mezin e ji bo bingehê pêwendiyên navxwe yên PKKê.
Li gor Ajansa Anadolu Emre Şahîn di hêzên taybet ên PKKê de cîh girtiye û berpirsê ava kirina pêwendî û gehandina veşartî bûye û di sala 2014ê de beşdarî rêxistinê bûye.
Hat ragehandin piştî beşdarbûna rêxistinê li çiyayên Şirnex a Bakurê Kurdistanê beşdarî çalakiyên dijî hêzên Tirkiyê bûye û di sala 2019ê de jî derbasî Başûrê Kurdistanê bûye.
Herwaha li Başûrê Kurdistanê li ser karê madeyên teqemenî û çêkirina wan kar kiriye û ji sala 2020ê ve li ser rêbazên pêşxistina pêwendiyên veşartî û bi remz kar kiriye û wek hackerekî rêxistinê bûye.