Bakirhan: Aştiya bi Kurdan re dê xweşiyê bîne Tirkiyeyê

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan ragihand kuku aştiya bi Kurdan re dê xweşiyê bîne Tirkiyeyê û got, “Divê mirov xwedî li aştî û biratiyê derkeve.”

26.04.2025, Cts - 09:55

Bakirhan: Aştiya bi Kurdan re dê xweşiyê bîne Tirkiyeyê
Nuçe Belav bike

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan şeva borî  li bajarê  Enqereyê di çalakiya xwarin û piştgiriyê ya şaxa navçeya Yenîmahalleyê ya partiya xwe de derbarê pêvajoya aştiyê axivî.

Tuncer Bakirhan amaje bi wê yekê kir ku hemû rejîmên yekparêz, mezhebî û yên ku cudahiyên li welat nas nakin û dixwazin hemû cudahiyan di nasnameyeke tenê de bi cih bikin, êşeke mezin dikişînin û  got:

“Li Rojhilata Navîn hemû rejîmên yekparêz yek bi yek têk diçin û hildiweşin.”

“Tirkiye dikarî bibe bibe yek ji welatên herî bi pêşketî yê cîhanê”

Bakirhan ragihand ku Tirkiye welatekî rengîn e ku nasnameyên cuda û baweriyên cuda  tê de bi hev re  dijîn û xwedî cografyayeke herî stratejîk a cîhanê ye û wiha domand:

“Aştiya bi Kurdan re dê xweşiyê bîne Tirkiyeyê. Eger Tirkiye bi Kurdan re aştiya civakî pêk bîne dikare bibe yek ji welatên herî bi pêşketî yên cîhanê.”

“Divê mirov xwedî li aştî û biratiyê derkeve”

Hevserokê DEM Partiyê destnîşan kir ku ew dixwazin hemû gelên li Tirkiyeyê bi hev re, bi biratî, bê şer û cudahî bijîn got:

“Divê mirov xwedî li aştî û biratiyê derkeve. Divê mirov xwedî li wê yekê derkeve ku ev welat enerjiya xwe ji bo demokrasî û azadiyan xerc bike.”

Bakirhan behsa hevdtîna dawî ya şandeya DEM Partiyê bi Rêberê PKKyê  Abdullah Ocalan jî kir û got:

“Rojên borî şandeya me careke  din bi birêz Ocalan re hevdîtin kir.

Wî bi xwe got ku ew bi hêvî ye û ew bawer dike ku dê tiştên baş çêbibin û amadekariyên wî hene.

Eger bi rastî jî yên ku vî welatî bi rê ve dibin, dewlet jî di vê mijarê de ji dil  be, ev welat dikare bigihe demokrasî, azadî û xweşiyê ku berî niha qet nedîtiye.”

Hevserokê DEM Partiyê destnîşan kir ku rejîmên yekparêz ên li Rijhilata Navîn yek bi yek namînin û got:

“Tirkiye welatekî rengîn e ku nasnameyên cûda têde bi hevr e dijîn. Bawer bikin yek ji wan welatan e ku xwedî cografyaya herî girîng û stratejîk a cîhanê ye.

Eger em  bikarin ji van krîz û kaosên li Rojhilata Navîn dersan wergirin bêyî ku em bikevin nav vê zivirokê, em dikarin welat û komareke demokratîk ava bikin ku herkes tê de bi xweşî û li ser zemîneke demokratîk wekî welatiyên wekhev bijîn.

Banga Civaka Demokratîk û Aştiyê ya Ocalan jî amaje bi vê yekê dide û di serî de desthilat ji bo me hemûyan derfeteke mezin pêşkêş dike û deriyek mezin vedike.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 80 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:01:57
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x