Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku erdhej demjimêr 03:39an çêbûye.
AFADê da zanîn ku vê erdhejê di kûrahiya 6,95 kîlometrayan de rû daye.
Li Wan û navçeyên wê jî hest bi erdhejê hat kirin.
Li gorî zanyariyan erdhej nebûye sedema ti rewşên neyînî lê demeke kurt bûye cihê metirsiyê.