Amêdî: Dronekê êrişî xaleke Pêşmergeyan kir

Li sînorê Amêdiyê droneke bombebarkirî ya kamîkaze xwe li xaleke leşkerî ya Pêşmerge teqand.

28.04.2025, Pts - 17:28

Amêdî: Dronekê êrişî xaleke Pêşmergeyan kir
Nuçe Belav bike

Îro nîvro di êrîşeke bê firokevan a firokeyên bêpîlot de ku li ser xaleke leşkerî ya Hêzên Pêşmerge li gundewarê navçeya Amêdî ya Duhokê bû, 3 Pêşmerge birîndar bûn.

Çavkaniyekê ji Rêveberiya Tendirustiya Amedê ku derbarê bûyerê de daxuyaniyek da ajansa Rûdawê, îro piştî nîvro firokeyeke bêpîlot a bombebarkirî xaleke leşkerî ku hêzên Pêşmerge li gundê Belavê yê navçeya Amêdiyê tê de bûn kir armanc û di encamê de 3 pêşmerge birîndar bûn.

Hat diyarkirin ku pêşmergeyên birîndar hatine dermankirin û rewşa wan a tenduristiyê baş e

Vî nûçeyê tevayî: 123 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:10:01
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x