45 sal berê şêhîd ketibû: Desmala dergistiya wî hîn jî di berîka wî de ye

Pêşmerge Hesen Subhî 45 sal berê li nahiyeya Dînarteyê ya Akrê şehîd ket.

01.11.2023, Çar - 12:02

45 sal berê şêhîd ketibû: Desmala dergistiya wî hîn jî di berîka wî de ye
Nuçe Belav bike

Pêşmerge Hesen Subhî 45 sal berê li nahiyeya Dînarteyê ya Akrê şehîd ket.

Gora wî şehîdî piştî 45 salan hat dîtin, di berîka wî de desmal, şûşa parfûmê û şe hatin dîtin ku diyariyên dergistiya wî bûn.

Pêşmerge Hesen Subhî beriya niha bi 45 salan li Dînarteyê di şerê Pêşmerge û artêşa Îraqê de birîndar bû.

Hevalên wî yên Pêşmerge ji bo ku nekeve destên leşkerên Îraqê ew bi birîndarî veşart.

Hesen Subhî wê demê 21 salî bû û ji wê rojê heta bi îro çarenivîsa wî ne diyar bû.

Piştî ku hevalên yên Pêşmerge di pirtûka xwe de behsa birîndarbûna wî kir, ji bo dîtina cenazeyê wî xebatan dest pê kir.

Piştî lêkolînan cenazayê wî Pêşmergeyî li gundê Dostekiyê yê Dînarteyê hat dîtin.

Hesen Subhî bi dergistî bû û dema cenazeyê wî hat dîtin, diyariyên dergistiya wî hîn jî di berîka wî de bûn.

Desmal, şûşa parfûmê û şeyê ku dergistiya wî diyarî kiribûn heta şehadeta wî jî rêhevaltiya Hesen kir.

Cenazeyê Hesen li wî cihî hat dîtin ku hevalên wî yên Pêşmerge ew veşartibû.

“Heke dengê Ereban hat qet meaxive”

Pêşmerge Mistefa Mizûriyê ku wê demê bi Hesen re bû got:

“Em sê Pêşmerge bûn, min û hevalekî xwe ew xist nava du keviran û me jê re got, ‘Heke dengê jin û zarokan were biaxive belkî te rizgar bikin lê ku dengê Ereban were qet meaxive.’

Min jê re got, ‘Em dê herin hevalan bînin da ku em te xelas bikin.’”

Hesen birayê bi tenê yê 7 xwişkan bû û niha wêneyekî wî jî nîne.

Hesen bi dergistî bû û dergistiya wî ji bo daweta xwe li hêviya xelasbûna şer bû.

“Çawa dê hemû Pêşmerge herin û ez dê bimînim”

Xwişka Hesen got, “Me amadehiyên dawetê kiribûn, dê û bavê min cilên dawetê dabûn dirûtin.

Paşê xeber hat ku êrişê dest pê kiriye. Pêşmergeyan ji Hesen re got, ‘Tu dikarî îro newî, destûra te heye.’

Hesen bersiv da wan, ‘Na, nabe. Çawa dê hemû Pêşmerge herin û ez dê bimînim.’”

Hemû kes li hêviya daweta wî bû lê ne Hesen vegeriya û ne daweta wan hat kirin.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 340 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:17:10
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x