Îran: Me di dema şer de jî sînorên xwe bi Herêma Kurdistanê re negirtin

Konsulê Giştî yê Îranê li Silêmaniyê Mihemed Mehmûdiyan, ew gotegotên ku dibêjin welatiyên ji Herêma Kurdistanê serdana Îranê dikin tên girtin, bi tundî red kir û tekez kir ku pêwendiyên di navbera her du aliyan de dîrokî û bihêz in.

30.06.2025, Pts - 11:23

Îran: Me di dema şer de jî sînorên xwe bi Herêma Kurdistanê re negirtin
Nuçe Belav bike

Mihemed Mehmûdiyan roja Yekşemê, 29ê Hezîranê di konferanseke rojnamevanî de ragihand: "Em wan gotegotên ku hatine belavkirin û dibêjin her kesê ji Herêma Kurdistanê were Îranê tê girtin, bi tundî red dikin. Ev agahî bi temamî nerast in."

Konsulê Îranê da zanîn, heta di dema şerê dawî de jî, sînorên wan ên bi Herêma Kurdistanê re vekirî mane û pêwendiyên aborî û bazirganiyê bi awayekî asayî berdewam kirine.

Mehmûdiyan got: "Kesên van gotegotan belav dikin, ji wê yekê ne agahdar in ku pêwendiyên çandî, ruhanî, siyasî û aborî yên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê de ji wê yekê gelek bihêztir in ku ev gotegotên lawaz karîgeriyê li ser bikin."

Konsulê Giştî yê Îranê li Silêmaniyê di dawiya axaftina xwe de amaje pê da ku rehên van pêwendiyên dîrokî di kûrahiya dîrokê de ne û gotegotên bi vî rengî nikarin ziyanê bigihîninê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 142 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:57:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x