50 ton derman û pêwîstiyên tenduristiyê bo Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tên şandin

Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê nêzîkî 50 ton derman û kelûpelên din ên bijîşkî dişîne navçeyên erdhejê yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê.

05.04.2023, Çar - 11:44

50 ton derman û pêwîstiyên tenduristiyê bo Tirkiye û Bakurê Kurdistanê tên şandin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî îro 5ê Nîsana 2023an di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê alîkariyên bijîşkî ji bo navçeyên erdhejê yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bişîne.

Dr. Saman Berzincî diyar kir, di çarçoveya hevkariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo ziyandîtiyên erdhejê, 50 ton derman û pêdiviyên din ên bijîşkî ji bo mexdûrên erdhej li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dişîne.

Diyar kir jî, tîmeke tenduristiyê ya Wezareta Tenduristiyê dê ligel wê karwanê re derbasî bajarê Edeneyê bibe, dê hevkariyan radest bikin û piştre vegere.

Wezîrê Tendirustiyê da zanîn jî, ji bo şandina alîkariyan bo Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, ew bi berdewamî li gel Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Hewlêrê di pêwendiyê de ne.

Her wiha Wezîrê Tendirustiyê spasiya Fermangeha Pêwendiyên Derve yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku rola wê di gihandina alîkariyên bijîşkî bo ziyandîtiyên erdhejê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê de hebûye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 334 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:23:40
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x