6 revandiyên din ên Êzidî hatin rizgarkirin

Ofîsa Rizgarkirina Êzidiyan ragihand, 6 Êzidiyên revandî ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin û ew vegeriyane nava malbatên xwe yên li Şingalê.

26.10.2022, Çar - 11:47

6 revandiyên din ên Êzidî hatin rizgarkirin
Nuçe Belav bike

Ofîsa Rizgarkirina Êzidiyan a ku ji sala 2014an ve, ji bo rizgarkirina Êzîdiyên ku di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatibûn revandin, hat avakirin, duhî Sêşemê ragihand, “6 kesên din ên ku di sala 2014an de ji aliyê DAIŞê ve ji Şingalê hatibûn revandin, hatin rizgarkirin.”

Kesên hatine revandin ji her du regezan e navên wan wiha ne: Sewsen Hesen Heyder, Roza Emîn Berekat, Wefaa Elî Abbas, Mazên Cirdo Xelef, Rosîta Hecî Bajo û Canê Ziyad Heyder.

DAIŞê di Tebaxa 2014an de piştî dagirkirina Şingalê, yek ji xirabtirîn komkujî li dijî Êzîdiyan pêk anî. Çekdarên wê rêxistinê bi hezaran mêr kuştin û jin û zarok revandin.

Heta niha zêdetir ji 82 gorên bikomî yên qurbaniyên Êzîdî hatine dîtin û hejmareke mezin ji wan kesên ku di destê wê rêxistina terorit de bûn hatine rizgarkirin, heta niha jî 1270 jin û 1443 mêrên Êzîdî carenivîsa wan ne diyar e.

Di sala 2019an de, Parlamentoya Kurdistanê komkujiya ku bi serê Êzdiyan de hatiye kirin wek jenosîd zanî û roja 3ê Tebaxê weke roja bîranîna vê karesata trajîk ragihand.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 324 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:35:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x