Amerîkayê bang li Îranê kir: Êrîşên xwe rawestîne

Wezareta Derve ya Amerîkayê bi tundî êrişên Îranê yên mûşekî û dronî yên bo ser axa Herêma Kurdistanê şermezar kir û ragihand, “Em li kêleka hevbeşên xwe yên li Bexda û Hewlêrê ne.

15.11.2022, Sal - 10:02

Amerîkayê bang li Îranê kir: Êrîşên xwe rawestîne
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di daxuyaniyeke nivîskî de êrişên berdewam ên Îranê yên bo ser axa Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir.

Êvara Duşembê bi dema Amerîkayê û sibeha îro Sêşembê 15ê Mijdarê bi dema Hewlêrê, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price derbarê êrîşa nû ya Îranê bo ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li nav axa Herêma Kurdistanê de dauxyanî da û ragihand, “Em bi tundî êrîşên berdewam ên mûşekî û dronî yên îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê şermezar dikin.”

Ned Price diyar kir, Îran bi awayekî berdewam û bê şermane serweriya axa Iraqê binpê kiriye û daxwaz ji Îranê kir, êrîşên xwe bo ser axa Herêma Kurdistanê û Iraqê rawestîne û gefên zêdetir li dijî yekîtiya axa Iraqê neke.

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê tekezî li piştevaniya Waşingtonê bo Hewlêr û Bexdyaê dike.

Ned Price wiha got, “Em bang li Îranê dikin ku gelek caran û bi bêşermane serweriya Iraqê binpê kiriye, van êrîşan rawestîne û xwe ji gefên nû li ser yekparçeyiya axa Iraqê dûr bixe. Amerîka li kêleka hevbeşên me yên li Bexda û Hewlêrê radiweste û armanca hikûmeta Iraqê ya parastina ewlehî, aramî û serweriya welat jî hevbeş e.”

Duh 14ê Mijdara 2022an Supaya Pasdaran a Îranê bi mûşek û dronan êrîşî baregehên Partiya Demorkataka Kurdistana Îranê (PDKÎ) li navçeya Koye ya Hewlêrê û baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê li gundê Zirguwêz li parêzgeha Silêmaniyê kir.

Rêveberê Nexweşxaneya Şehîd Dr Xalîd a Koyê, Dr Şêrwan Celal, di bombebarana sînorê Koyê de 2 pêşmergeyan canê xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.

Pêştir di 28ê Îlona îsal de jî Supaya Pasdaran a Îranê bi mûşek û dronan êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de kiribû, ku di encama wê êrîşê de 17 kesan canê xwe ji dest dabûn û zêdetir ji 50 kes jî birîndar bûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 254 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:21:48
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x