Amerîkayê piştgirî da destpêşxeriya Nêçîrvan Barzanî

Wezareta Derve ya Amerîkayê di bersivê de got, "Em hêvîdar in ku hikûmeta nû ya Iraqê daxwazên gelê Iraqê nîşan bide û kar ji bo çareserkirina pirsgirêkên desthilatdarî, ewlehî û aborî yên Iraqê bike."

02.06.2022, Per - 14:13

Amerîkayê piştgirî da destpêşxeriya Nêçîrvan Barzanî
Nuçe Belav bike

Berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîkayê, derbarê destpêşxeriya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya ji bo bidawîanîna nakokiyan û nêzîkkirina aliyan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, “Em pîrozbahiyê li serkirdeyên Iraqê dikin ku destpêşxeriyên avaker dikin.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê bi emaîlekê bersiva pirseke Rêveberê ofîsa Rûdawê ya Washingtonê Roj Zale da ku gotibû, li ser nakokiyên di siyaseta Iraqê, destpêşxeriyeke nû ya Serokê Herêma Kurdistanê ji bo lihevkirina derbarê postê Serokomariya Iraqê de heye, Amerîka piştgiriyê dike? Amerîka çawa dikare di vê pêvajoyê de bibe alîkar?

Wezareta Derve ya Amerîkayê di bersivê de got, "Em hêvîdar in ku hikûmeta nû ya Iraqê daxwazên gelê Iraqê nîşan bide û kar ji bo çareserkirina pirsgirêkên desthilatdarî, ewlehî û aborî yên Iraqê bike."

Her wiha li ser destpêşxeriya Nêçîrvan Barzanî anî ziman, "Em kêfxweş dibin ligel her hikûmetekê kar bikin ku serweriya Iraqê û berjewendiyên gelê Iraqê di rojeva wan de be. Em pîrozbahiyê li serkirdeyên Iraqî dikin ku destpêşxeriyên avaker ji bo pêşvebirina vê proseyê dikin."

Roja 22ê Gulana 2022an, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Silêmaniyê kir û bi berpirsên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK), Tevgera Gorran, Komela Dadgerî û Yekgirtûya Îslamî re civiya û behsa nehîştina nakokî û sariya di navbera aliyên Kurdistanî de kir.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 629 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:42:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x