APIKUR: Kongreya Amerîkayê dê nameyekê ji Koşka Spî re bişîne

Berdevkê APIKURê Myles Caggins got, “Kongreya Amerîkayê wê di demeke nêzîk de derbarê petrola Herêma Kurdistanê nameyekê bida Koşka Spî.”

26.03.2024, Sal - 19:49

APIKUR: Kongreya Amerîkayê dê nameyekê ji Koşka Spî re bişîne
Nuçe Belav bike

Berdevkê Yekîtiya Pîşesaziyê ya Petrola Kurdistanê (APIKUR) Myles Caggins, îro ji Rûdawê re axivî û ragihand, pêwîst bû beriya Serokwezîrê Îraqê biçe Washingtonê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê biçe serdana Amerîkayê.

Myles Caggins got, "Li gorî me, di demeke nêzîk de em dê nameyeke fermî ya Kongreya Amerîkayê bibihîzin.

Kongreya Amerîkayê di demeke gelekî nêzîk de wê nameyek ji Koşka Spî re bişîne. "

Herwiha Caggins, behsa serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ya ji bo Amerîkayê jî kir û got:

"Rêze civînên me yên baş bi me Kongreya Amerîkayê re hebûn.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di destpêka meha Adarê de serdana Washington D.C.yê kir.

Ligel beşek ji endamên bihêz ê Kongreya Amerîkayê û Endamên Encûmena Nûnerên Amerîkayê civiya.”

Herwiha Myles Caggins wiha anî ziman "Beriya Serokwezîrê Îraqê di meha Nîsanê de biçer serdana Washingtonê dixwaze hinek kar di di warê hinartina petrola Herêma Kurdistanê de bike.

Serdan û civîneke wisa ji bo Washingtonê gelekî baş bû. Ew serdan nûnertiya hemû Kurdan bû."

Di berdewamiyê jî de Myles Caggins got, “Em li hêviyê ne vexwendinameyek ji me re were û demek ji bo civînê were diyarkirin."

Li gorî gotina Myles Caggins, Bexda beriya serdana Mihemed Şiya Sûdanî ya ji bo Washingtonê dixwaze hinek kar di di warê hinartina petrola Herêma Kurdistanê de bike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 25ê sibata 2024ê serdana Amerîkayê kiribû û ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken û çend berpirsên din civiya.

Wezareta Petrolê ya Îraqê doh bi minasebeta salvegera rawestandina petrol Herêma Kurdistanê ji bo bazarên cihanê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de Wezareta Petrolê ya Îraqê gotibû, “Niha sedema girîng a rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ew e, kompanyayên biyanî yên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin, rêgiriyê li wê yekê dikin bi awayekî fermî petrola berhem tînin radestî Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin.

Dadgeha Bazirganiya Navdewletî (ICC) ya li Parîsê, 25ê Adarê veguhastina Petrola Kurdistanê ya bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê sekinandibû.

ICCyê ev biryar li ser daxwaza Îraqê wergirtibû û ji wê demê ve Petrola Kurdistanê bi rêya vê benderê nayê hinartin.

APIKURê jî roja 23yê Adarê 2024ê raporek li ser ziyan û gotûbêjên li ser rawestandin û hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê belav kir.

APIKURê di rapora xwe de ragihand ku rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê 11 milyar dolar zerer gihandiye Îraqê.

Vî nûçeyê tevayî: 249 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:52:50
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x