Artêşa Tirkiyê li keleha dîrokî ya Bêtenûrê leşkerên xwe bicih kirin

Tirkiye bi rêya bejahî baregehên xwe yên leşkerî bi Bakurê Kurdistanê ve girê dide. Tirkiyê hêzên xwe li Keleha dîrokî ya Bêtenûrê ya li nahyeya Kanî Masê ya Duhok a Herêma Kurdistanê bi cih kiriye û keleh kiriye baregeheke leşkerî.

15.12.2022, Per - 05:28

Artêşa Tirkiyê li keleha dîrokî ya Bêtenûrê leşkerên xwe bicih kirin
Nuçe Belav bike

Dîroka Keleha Bêtenûrê vedigere berî 700 salan lê Tirkiyê piştî operasyoneke leşkerî keleh dagir kir. Li gorî Rêveberiya Şûnwarnasiya Duhokê ji ber şerê Tirkiyê û PKKê 80 şûnwarên dîrokî û arkeolojîk ziyan dîtine.

Leşkerên Tirkiyê li ser banê cihekî dîrokî yê li ser sînorê nahyeya Kanî Masê ne. Ew cih Keleha dîrokî ya Bêtenûrê ye. Li gorî şêniyên herêmê, dîroka wê ji 700 salan zêdetir e.

Welatiyê ji gundê Dêrê Şilîmo Berwarî li ser bicihbûna leşkerên Tirkiyê li Keleha Bêtenûrê got, “Berî 700 salan pirtûkek heye, dibêje ev pirtûk bi destê filan kesî, birayê filankesî li welatê Bêtenûrê hatiye nivîsandin. Qeşeyekî nivîsandiye, berî 700 salan.”

Girtina Keleha Bêtenûrê di çarçoveya operasyona artêşa Tirkiyê de ye ku li rêzeçiyayên Gamnêrkî ya herêma Berwarî Bala ye, 3 roj in rê nedaye xelkê gundên Tirwaniş, Bîgdada û Alîxan biçine ser gundên xwe û her dengê şerê di navbera Tirkiyê û PKKê tê.

Rêveberiya Şûnwarnasiya Duhokê eşkere dike ku ji 80 cihên şûnwarnasiyê zêdetir di nav sînorên ku şerê PKK û artêşa Tirkiyê lê diqewime hene û cihên wek keleh, şikeft û cihên din hatine jinavbirin û hilweşandin. Wek çawa kelehên Hirûr û Qumriyê li wî sînorî ziyaneke mezin dîtine.

Rêveberê Şûnwarnasiya Duhokê Bêkes Cemaleddîn anî ziman, “Ez ji sedî sed piştrast im ku çi PKK li wir be, çi leşkerên Tirkiyê li wir bin dê penagehên serbazî ji bo xwe li wan deran ava bikin. Wek mînak Keleha Qumriyê ku çendîn caran top lê ketine û bi wêne jî gihîştine destê me gelek cihên wê hatine şikandin.”

Rûdawê da zanîn ku artêşa Tirkiyê êdî operasyonên bejahî li ser her ciheke metirsiya PKKê lê hebe dike û li ser wan her çar rêyan Tirkiyê dikişîne nav axa Herêma Kurdistanê. Heta niha rêya herî dirêj heta serê Çiyayê Kurejaro bi dirêjahiya ji 30 kmyan zêdetir durist kiriye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 204 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:37:20
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x