Li gorî Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê, di operasyoneke hevbeş de, Birêvebiriya Giştî ya Operasyonên Asayişê bi hevahengî bi Birêvebiriya Îstixbarata Leşkerî ya Îraqê re du çalakî kirine û "baregehên DAIŞê" ji holê rakirin.
Dezgeh her wiha dibêje, roja 29ê Nîsana 2025an, li parêzgeha Kerkûkê li navçeya Cewil Bor û derdora wê lêgerîn kiriye û baregehên "terorîstên DAIŞê" wêran kirine û dest danîne ser hinek materyal û belgeyan.
Operasyona duyem di navbera rojên 30ê Nîsanê û 04 Gulana 2025ê de bûye.
Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê diyar kir, Birêvebiriya Giştî ya Operasyonên Asayişê, "li ser bingeha şopandin û zanyariyên îstixbaratî di çend operasyonan de, karîne pênc terorîstên endamên çalak ên terorîstên DAIŞê desteser bikin."
Li gorî dezgehê, ew pênc DAIŞî, bi armanca xwebirêxistinkirinê berê xwe dabû sînorê navçeyên Kelar, Çemçemal, Helebce û Silêmaniyê û terorîst bi madeyên 2 û 4 ên terorê hatin dawxazkirin."