Aydin Marûf: Ez geşbîn im piştî serdana Hakan Fîdan hinardekirina petrola Kurdistanê dest pê bike

Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan dibêje, ew geşbîn e ku piştî serdana Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan bo Bexda û Hewlêrê, hinardekirina petrola Kurdistanê dubare dest pê bike. Her wiha got: “Karsaz û kampanyayên Tirkiyê dixwazin li Herêma Kurdistanê bi taybetî li Hewlêrê zêdetir kar bikin.”

27.08.2023, Paz - 15:40

Aydin Marûf: Ez geşbîn im piştî serdana Hakan Fîdan hinardekirina petrola Kurdistanê dest pê bike
Nuçe Belav bike

Wezîrê Herêmê bo Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf îro 27ê Tebaxê derbarê armanca serdana xwe ya bo Tirkiyê, serdana Şanda Wezareta Derve ya Tirkiyê bo Iraq û Herêma Kurdistanê, hinardekirin petrola Kurdistanê û çend pirsên din, bersiva peyamnêrê K24ê li Stenbolê Ercan Dag dan.

Aydin Marûf ragihand, ew bi armanca civîna ligel karsaz û kompaniyên Tirkiyê yên ku li Herêma Kurdistanê kar dikin, serdana Stenbolê kiriye, armanca Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew e ku peywendiyên bazirganî bi Enqerê re zêdetir bipêş bikevin.

Tirkiye yek ji girîngtirîn hevbeşên bazirganî yên Herêma Kurdistanê ye û ev çend sal in Herêma Kurdistanê bi rêya boriya petrolê hinarde dike, lê ji 25ê Adarê ve hinardekirina petrola Kurdistanê hatiye rawestandin.

Li gorî Aydin Marûf, baştirkirina peywendiyên bazirganî yên di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de, dê bandoreke erênî li ser têkiliyên dîplomatîk ên her du aliyan bike û got: “Peywendiyên Hewlêr û Enqereyê di asteke gelek baş de ne.”

Di sala 2007ê de qebareya bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de gihişte 1.4 milyar dolarî, lê di sala 2022an, ev hejmar gihîşt zêdetirî 15 milyar dolarî.

Wezîrê Karûbarên Pêkhateyên Herêma Kurdistanê tekez kir, çawa ku Tirkiye ji bo Herêma Kurdistanê gelekî girîng e, Herêma Kurdistanê jî ji bo Tirkiyê girîng e. Herwiha got: “Kompanyayên Tirkiyê dixwazin zêdetir li Herêma Kurdistanê kar bikin û aramiya siyasî li Herêma Kurdistanê bi taybetî li parêzgeha Hewlêrê, ji bo karên kompaniyên biyanî, gelekî girîng e.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan roja 24ê Tebaxê bi serokatiya şandekê gihîştibû Hewlêrê û ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî civiyabû. Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di konferansa rojnamevanî ya hevbeş de ragihand, wan bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê û şanda pê re li ser destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 564 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:20:49
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x