Bafil Talebanî: Em dê li Kurdistanê yekîtî û azadiyê biparêzin

Serokê YNKyê Bafil Talebanî got, “Em dê li Kurdistanê yekîtî û azadiyê biparêzin, YNK destê aştî û biratiyê dide her kesî.”

27.09.2023, Çar - 12:58

Bafil Talebanî: Em dê li Kurdistanê yekîtî û azadiyê biparêzin
Nuçe Belav bike

Îro li Silêmaniyê Kongreya Pêncemîn a Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) tê lidarxistin.

Serokê YNKyê Bafil Talebanî di kongreyê de anî ziman ku divê pêwendiyên xwe yên bi hêzên Kurdan û Îraqê re bi hêz bikin.

“Ez we tenê nahêlim

Bafil Talebanî amaje bi hilbijartinên Herêma Kurdistanê kir û got:

“Li pêşiya me du hilbijartin û kongreyek heye. Ev yek, hêza KYByê nîşan dide. Em ji hev bawer dikin, divê em gelê xwe li hev bînin. Divê em amade bin ku ji bo gelê xwe fedakariyan bikin.

Xebatên YNKyê nû dest pê dijin, divê em pişta hevdû bigirin. Hûn çi kar û erkî jî bidin min ez we tenê nahêlim.”

Serokê YNKyê destnîşan kir ku divê Kurd pêwendiyên xwe yên Şieyan re xurt bikin û pê de çû:

“Divê em hevkariya stratejîk a di navbera Kurdan û Şîeyan de pêş bixin. Divê em bi hev re li miletê xwe xwedî derkevin û divê em ji bo azadî demokrastiyê têbikoşîn.”

“Em dê li Kurdistanê yekîtî û azadiyê biparêzin”

Serokê YNKyê Bafil Talebanî got di axaftina xwe de qala behsa girîngiya ciwanan kir:

“Rast e petrola me heye, gaza me heye lê tiştê ku dê me dewlemend bike ew ciwanên me ne ku wekî stêrkan dibiriqin û xizmeteke baş wernagirin.

Dubare dibêjim: Em ê ji gelê xwe re xizmetê bikin, em dê ewlehiya gelê xwe biparêzin. Em dê li Kurdistanê yekîtî û azadiyê biparêzin.

Em YNK ne, em partiya têkoşer û şehîdan in, em partiya qehremanan in, em partiya wan kesan in ku dîktatorî hilweşandiye.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 265 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:34:56
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x