Balafirên Tirkiyê sînorê navçeya Çemankê bombebaran kirin

Balafirên Tirkiyê îro sibehê gundê Meranê yê li sînorê navçeya Çemankê ya Amêdiyê bombebaran kir.

12.11.2022, Cts - 11:26

Balafirên Tirkiyê sînorê navçeya Çemankê bombebaran kirin
Nuçe Belav bike

Balafirên Tirkiyê îro sibehê gundê Meranê yê li sînorê navçeya Çemankê ya Amêdiyê bombebaran kir. Welatiyekî gund ji Rûdawê re ragihand ku di bombebaranaê de ti ziyanên canî çênebûne.

Îsmet Sayarî rûniştvanê gundê Merene ji Rûdawê re ragihand ku îro Şemiyê 12.11.2022 balafirên Tirkiyî sê caran li ser hev geliyê gundê Merane yê li quntara çiyayê Garê bombebaran kirin

Seyarî got ku di ecama bombebaranê de ti ziyanên canî çênebûne, lê ji ber bombebaranê tirs û nîgeranî di nava xelkê deverê de çê kiriye.

Artêşa Tirkiyê di 18ê Nîsana 2022an de li herêma Avaşîn, Matîn û Zapê yên Herêma Kurdistanê li dijî gerîlayên PKKê operasyonek li dar xistibû.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 170 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:33:45
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x