Balyozê Îtalyayê: Piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bicihanîna demokrasiyê ye

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Îtalyayê li Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser hin mijarên giring dike.

02.12.2024, Pts - 17:59

Balyozê Îtalyayê: Piroseya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bicihanîna demokrasiyê ye
Nuçe Belav bike

Baregayê Barzanî parve kiriye, “Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê pêşwaziya Balyozê Îtalyayê li Îraqê Niccolo Fontana kir.

Di wê hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê Michele Camerota jî tê de amade bûbû, Balyozê nû yê Îtalyayê li Îraqê dilxweşiya xwe li ser destpêkirina karî li Îraqê û serdana xwe ji bo Herêma Kurdisatnê diyar kir û amaje da peywendî û dostîniya navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê û herwesa amadebûna xwe jî ji bo berfirehkirin û pêşvebirina wan peywendiyan di warên cuda cuda de diyar kir.

Balyozê Îtalyayê li Îraqê birêveçûna serkeftiyane ya hilbijartinên Perlemana Kurdistanê bi rêjeyeke berçav a tevlîbûna xelkî û di rewşeke aram de wekî serkeftineke mezin a Herêma Kurdistanê di bicihanîna demokrasiyê de wesifand.

Her di wê hevdîtinê de Serok Barzanî destpêkirina karî li Balyozê Îtalyayê yê nû pîroz kir û hêviya serkeftinê jê re kir. Zêdebarî amajedana bi giringiya peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Îtalyayê, ew peywendî wekî peywendiyên dostanî û dîrokî wesifandin. Herwesadanûstandin li ser rewşa siyasî ya Îraqê û dawî pêşhat û guhertinên deverê û metirsiyên serhildana terorê jî hatin kirin.

Her di çarçoveya wê hevdîtinê de, Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Hewlêrê Michele Camerota, ku erkê wî li Hewlêrê bidawî hatiye, zêdebarî rêz û spasiyan ji bo xelkê Kurdistanê, xatira xwe ji Serok Barzanî xwast. Serok Barzanî jî spasiya erk û bizavên wî ji bo pêşxistina peywendiyên her du aliyan kir û hêviya serkeftinê di erk û karên wî yên nû de jê re xwast.

 

Vî nûçeyê tevayî: 84 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:19:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x