Baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koyê hatin armanckirin

Baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koyê ji aliyê Îranê ve hatin armanckirin.

14.11.2022, Pts - 06:21

Baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li Koyê hatin armanckirin
Nuçe Belav bike

îro 14ê Mijdara 2022an danê sibê, Îranê bi mûşekan êrîşî barefegên Baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li qezaya Koyê dike.

Qaymeqamê Koyê, Tariq Heyderî ji Rûdawê re ragihand, bi mûşekan êrîşî baregeha Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) hatiye kirin.

Qaymeqamê Koyê diyar kir, bi 3 mûşekan êrîşî baregeha PDKÎ hatiye kirin.

Şahidekî ji navçeya Koyê ji Rûdawê re ragihand, beriya kêliyekê mûşeka çarem jî li baregehê ket.

Berpirsê Pêwendiyên PDKÎ li Hewlêrê, Heme Salih Qadirî ji Rûdawê re ragihand, baregehên wan li Koyê bi mûşekan hatine armanckirin û got, ji bilî kelehê hin cihên derdora kelehî jî hatine armanckirin.

Wezareta Tenduristîya Herema Kurdistanê ragihand ku di êrişa hewayî de herî kêm kesek jîyana xwe ji dest daye û heşt kes jî brîndarê.

Aliyê din Hat ragihandin ku Navçeya Koy\'ê 5 Pêşmerge birîndar bûne.

Hêj derbarê zirarên êrîşê de ti agahî nehatine bidestxistin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 143 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:37:44
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x