Barzanî û Ebadî li ser qonaxa piştî DAIŞê axivîn

Serokatiya Herêma Kurdistanê (SHK) li ser hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder el Ebadî ku 7ê Sibatê li Hewlêrê pêk hat daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji bilî hemahengiya heyî, li ser qonaxa piştî têkşikandina DAIŞê jî gotûbêj di navbera her du şandeyan de hatiye kirin.

08.03.2017, Çar - 06:19

Barzanî û Ebadî li ser qonaxa piştî DAIŞê axivîn
Nuçe Belav bike

Di daxuyaniya SHKê de hat gotin ku di hevdîtinê de Barzanî û Ebadî tekezî li ser bihêzkirina hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de kirine û li ser piştî şikandina DAIŞê berdewama vê hemahengiyê hatiye rawestîn.

Li gor daxuyaniyê, di hevdîtinê de behsa pêşveçûnên meydanî yên dawî yên operasyona azadkirina Musilê li Rojhilat û Rojavayê bajêr hatiye kirin, her du alîyan pîrozbahiya serkeftinên serbazî yên dijî DAIŞê li hevdu kir, pêzanînên xwe ji hev du re parve kirin û ji bo misogerkirina aramiyê li ser bihêzkirina hemahengiya di navbera Artêşa Iraqê û Hêzên Pêşmerge de rawestiyan.

Herwiha hat ragihandin, di navbera şandeyên her du aliyan de, li ser proseya siyasî ya pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî gotûbêj hatiye kirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1482 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:07:55
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x