Başûrê Kurdistanê qurbaniyên Enfalê bi bîr tîne

Amadekariyên ji bo merasîma îro ya bîranîna qurbaniyên wê komkujiyê ji şeva bihorî ve û bi pêxistina 34 meşxelên agir li Monomênta Enfalê li navenda qezaya Çemçemlê dest pê kir.

14.04.2022, Per - 11:52

Başûrê Kurdistanê  qurbaniyên Enfalê bi bîr tîne
Nuçe Belav bike

Îro 34 sal di ser karesata Enfalê û komkujiyeke din a gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê re derbas dibin û li Monomênta Enfalê ya li navçeya Çemçemalê bi boneya 34mîn salvegera Enfalê merasîmek hat lidarxistin. Wiha hatiye plankirin ku merasîm û çalakiyên ji bo Enfalê heta 5 rojên din berdewam bikin.

Di hetama 5 rojan de dê çalakiyên corbicor ji bo bîranîna qurbaniyên wê karesatê bên lidarxistin.

Habîl Hacî Ehmed, Rêveberê Monomênta Enfalê li Çemçemlê derbarê çalakiyan de ji Rûdawê re ragihand, “Îsal bîranîna Enfalê bi fermî ji îro ve li Monomênta Enfalê birêve diçe, destpêka merasîma bîranînê pêxistina 34 meşxelan bû, îro jî merasima bîranînê ji demjimêr 10:00 sibehî ve destpê dike.”

Habîl Hacî Ehmed diyar kir, bîranîna Enfalê “merasimeke niştimanî” ye û tevahiya xelkê Kurdistanê xwediyê wê ne û destnîşan kir, “ti mêvanek bi fermî bo merasîmê nehatiye vexwandin.”

Bi gotina Rêveberê Monomênta Enfalê, di merasima îro de sê gotar, gotara Qaymeqamê Çemçemalê, Gotara Hikûmeta Herêma Kurdistanê û gotara kesûkarên Enfalkiriyan tê xwendin.

Herwiha şeş pêşangeh jî di nav Monomênta Enfalê de tên vekirin.

Hikûmeta Beis di jêr navnîşana (Proseyên Enfalê) û bi serperiştiya Seddam Husên, serokê wê demê yê Iraqê, di navbera Sibatê heta Îlona sala 1988an de li ser heşt qonaxan komkujiyek mezin di derheqê gelê Kurd de pêk anî.

Li gorî amaran, 182,000 kes di wê komkujiyê de bûne qurbanî û 5,000 gund hatin şewtiandin, herwiha 20,000,000 ser ajel jî li Başûrê Kurdistanê hatin jinavbirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 730 kes dît.
Rojanekirina Dawî:03:59:36
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x