Baweriya Amerîka bi paşeroja peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê heye

Mezintirîn konsulxaneya Amerîka li cîhanê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê ye. Ev jî nîşana baweriya Washingtonê bi paşeroja peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê ye.

25.02.2024, Paz - 16:44

Baweriya Amerîka bi paşeroja peywendiyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê heye
Nuçe Belav bike

Amerîka veberhênanê li paşeroja peywendiyên xwe yên li Rojhilata Navîn dike, ji ber wê jî avakirina mezintirîn konsulxaneya cîhanê li Herêma Kurdistanê, nîşana hevkarî û baweriya Amerîkayê bi navçeyê ye di paşerojê de.

Konsulxaneya nû ya Amerîkayê li Herêma Kurdistanê, ji aliyê rûberê ve, mezintirîn Konsulxaneya Amerîkayê li cîhanê ye û li Hewlêrê ye.

Fermana avankirina wê di sala 2017an de hat dayîn û biryar bû di nava 4 salan de bidawî bibe û xerciya çêkirina wê jî zêdetirî 600 milyon dolar e, rûbera wê 200 hezar metro ducar e û li ser rêya Hewlêr – Şeqlawe li dikeve û ji aliyê Kompanyayeke Albanî ku navenda wê li New York City ye tê avakirin.

Di merasîma danîna kevirê bingehîn di Nîsana 2018an de, Balyozê wê demê yê Amerîkayê li Iraqê Douglas Silliman got, ew bi giringî li pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê dinêrin, konsulxaneya nû jî dê bibe xala sermayeguzarî û bihêzkirina pêwendiyên wan ligel Herêma Kurdistanê di hemû waran de.

Çavdêr dibêjin, hebûna mezintirîn konsulxaneya Amerîka li Herêma Kurdistanê nîşana berjewendiya Amerîka bo navçeyê û hebûna wê ya demdirêj li Herêma Kurdistanê ye. Bi taybetî ku Herêma Kurdistanê îsbat kiriye ku li Iraq û Rojhilata Navîn, hevkareke pêbawer a Amerîkayê ye.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 291 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:01:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x