Artêşa Tirkiyê îro baregehên PKKê li Çemçemal û Mexmûrê bordûman kir. Ji bilî kuştina çekdarên PKKê di wan êrişan de, çend kesên sivîl jî bûn qurbanî.
Li ser vê mijarê, berpirsê liqa PDKê li Xaneqînê şêx Ceifer Mistefa ji BasNewsê re got, çekdarên PKKê li Kifrî û Xaneqînê baregeh danîne û bi eşkere bi otomobîlan tên û diçin. Ev jî metirsiya bordûmanê li ser wan deveran çêdike.
Şêx Ceifer Mistefa her wiha got, em nizanin PKK li wan deran çi dike. Ti çek û mûşekeka PKKê jî nîne ji Kifrî, Kelar û Çemçemalê bigehîje Tirkiyê. Ji ber wê jî armanca PKKê tenê dijberiya Herêma Kurdistanê ye. PKKê dest ji Bakurê Kurdistanê berdaye û bûye behaneya anîna hêzên Tirkiyê bo nav Herêma Kurdistanê.
Bi gotina wî berpirsê PDKê, hebûna PKKê li wan deveran gelek ziyan gihandiye xelkê û roj bi rojî ziyanên wê giran dibin. PKK bûye belayek li ser Herêma Kurdistanê û çareyeka esasî ji vê yekê ra were dîtin.