Akademîsyen û bîrmendê Iraqî Ebdilhisên Şe`ban dibêje, zû yan dereng dewleta Kurdî dikare were avakirin û ji bo paşeroja Iraqê behsa sê senaryoyan kir.Bîrmendê iraqî Ebdilhisên Şe`ban di warê mafên mirov û civaka sivîl de xwedî navûdengekê diyar e û gelek çalakiyên wî di vî warî de hene. Di destpêka kar û jiyana xwe de çepgir û komunist bû, lê paşê berê xwe da modernîzm û mijarên demokrasî û yasayên destûrî û dewletî.
Di hevpeyvîna xwe ya bi Tora Medyayî ya Rûdawê re, hizirvanê iraqî Ebdilhisên Şe`ban ragihand ku nabe Iraq ji aliyê grûpeke tenê ve bê birêvebirin û got: "Divê pirsgirêkên Bexda û Hewlêrê bi rêya diyalog û aştiyê werin çareserkirin. Bexda berê hewl da bi rêya leşkerî vê yekê bike, lê nikaribû gelê kurd ji daxwazkirina mafên wî û parastina wan dûr bixe." Her wisa got: "Zû yan dereng dê dewleteke kurdî ava bibe."
Her wiha Şe`ban piştgirî da pêşniyarên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser giringiya "yekxistina hêzên pêşmerge di navbera her du partiyên Kurdistanî PDK û YNKê de."
Destûreke bombekirî
Ramanwerê iraqî yê pisporê warê mafên mirov Ebdilhisên Şe`ban diyar kir ku li Iraqê destûreke ˈbombekirîˈ heye ango dikare di her dem û kêliyekê de biteqe, çunke "Destûra Iraqê li gor planeke amerîkî ava bûye û bi sedema wê rewş niha gihaye xetimîna siyasî. Pêwîst e hevkêşeya siyasî li Iraqê ji nû ve were danîn û destûr were sererastkirin, xasma lazim e ku mezhebperestî bê qedexekirin û hemwelatîbûn derkeve pêş. Her wisa divê çek bi tenê di destê dewletê de bin û nabe di destên mîlîs û komikên çekdar de bin."
Demokrasî û parvekirin
Ebdilhisên Şe`banî derbarê rewşa demokrasiya li Iraqê jî got ku çunke ew ne "falgir û kefxwên" e, lewma nizanibû dê rewşa Iraqê wiha lê were û domand "Min ji pêşî ve got hêzên biyanî tenê ji bo berjewendiyên xwe dixebitin. Hinekan dijberiya Sedam Hisênî nola dîktatorekê dikir, lê min doza avakirina sîstemeke demokratîk dikir."
Her wisa derbarê gelo çêkirina hilbijartinan li Iraqê nayê wateya hebûna demokrasiyeke têkûz, Şe`banî got: "Hilbijartin û veguherîna desthilatê bi tena serê xwe nayên wateya hebûna demokrasiyê. Demokrasî yasayên xwe hene. Divê dadwerî serbixwe be. Destûra 2005an li gor bingeha pêkhateyan ava bû, ango parvekirina etnîk û mezhebî. Ger wisa be, ka ramana hemwelatîbûnê bi kû ve çû? Her wisa nezelaliyek di aliyê prensîbên demokrasî û şerîeta îslamê de jî heye. Lewra pêkan e madeyên destûrê di her kêliyekê de biteqin, xasma derbarê têkiliyên desthilata navendê û ya herêman (Herêma Kurdistanê), nemaze girêdayî Kerkûk, petrol û deriyên sînorî."
Sîstema çelexwarî
Li dor berdewambûna nakokiyên siyasî li Iraqê piştî zêdetirî 19 salan ji guhertina rejîmê jî, navborî anî ziman ku bi piranî ew şer li ser hegemonî û postên giring ên dewletê ne, çi bi navê "mezheb, ol, netewe û carinan êl û eşîran" be jî û got: "Di encama vê yekê de jî sîstemeke çelexwarî li Iraqê peyda bûye, armanc tenê xenîmet û peydakirina kiryaran e! Ez di wê baweriyê de me ku dê ev nakokî bidome û dibe ku dorfirehtir jî bibe."
Dewleta kurdî
Li ser hewldanên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo yekkirina hêzên pêşmergeyên Kurdistanê jî, Şe`banî got: "Yek ji xeletiyên mezin di ezmûna dîrokî ya Kurdistanê de ew e ku Pêşmerge li ser du partiyan parvekirî man heta piştî damezrandina rêveberiya Kurdistanê di dawiya sala 1991ê de, piştî derketina biryara jimare 688 ya Encûmena Asayişa Navdewletî li ser rêzgirtina mafên mirovan û biryara Amerîka, Brîtanya û Fransa ya avakirina ˈpenageheke ewle.ˈ Mixabin heya niha jî nebûne yek."
Ebdilhisênî ragihand ku bi dirêjahiya dîrokê hêzên pêşmerge bi roleke berbiçav lîstine û mafên gelê kurd parastine, xasma li dijî rejîma berê û terorîstên DAIŞê û tekez kir ku ew ligel mafê diyarkirina çarenivîsê ji gelê kurd re ye û got: "Li gor min dê zû yan dereng dewleteke kurdî ava bibe. Ez piştevaniya vî mafê gelê kurd bê şert û merc dikim."
Diyaloga kurdî-erebî
Ramanvanê iraqî Ebdilhisên Şe`ban ku pir guh dide mijara diyalogê di navbera her du miletên kurd û ereb de, ji Rûdawê re zelal kir ku wî berî 30 salî insyatîfa destpêkirina vê diyalogê kir û got: "Ev pêşgaviya min di destpêkê de nehat qebûlkirin û fêmkirin. Gotin qaşo ev yek li dijî erebîzmê ye. Me kongreyeke diyalogê li Qahîreyê saz kir û rehmetiyê Mam Celal jî lê amade bû. Paşê li Hewlêrê, sala 2000an Komeleya Dostaniya Erebî-Kurdî hat avakirin. Bi nêrîna min, ramana diyalogê niha ji her demeke din giringtir û lazimtir e. Bi rêya diyalogê ereb fêm dikin û dizanin ka kurd çi dixwazin. Her wisa kurd jî têdigihêjin ka ereb çi ji wan diwazin."
Şe`banî li ser giringiya diyaloga Bexda û Hewlêrê ji bo çareserkirina pirsgirêkên niha jî tekez kir û got: "Diyaloga Bexda û Hewlêrê bi gelemperî siyasî ye. Lê diyaloga ku ez dabaşa wê dikim çandî ye. Siyaset hemû berjewendî ne. Guman tê de nîne ku diyaloga kultûrî dikare rê xweş bike li ber diyaloga siyasî û wiha kêşe zûtir bên çarekirin. Tenê bi aştî û diyalogê kêşeyên Bexda û Hewlêrê çare dibin. Berê û vêga jî, Bexdayê çareyên eskerî ceriband, lê bi ser neket û nikaribû kurdan dûrî dozkirina mafê azadiyê bike. Kurdan jî şerê çekdarî kir, lê bêsûd bû û tenê bi diyalogê mafên xwe wergirt."
Navborî diyar kir ku divê pirsgirêkên Bexda û Hewlêrê kuta bibin û got: "Divê qanûna gaz û petrolê were danîn û pirsgirêka navçeyên cihê nakokiyê kuta bibe. Her wisa kêşeya deriyên sînorî jî lazim e were helkirin. Divê kurd û ereb û hemî pêkhateyên çandî yên din ji vê yekê sûdmend bin.
Tevgera Cotmehê
Ebdilhisên Şe`banî qala Tevgera Cotmehê ya xwenîşandanên Iraqê jî kir û got: "Tevgera Cotmehê dadmend û rewa ye. Tevgereke ûjdanî, rastgo û dilêr e. Mixabin serkirdatiyeke ezmûndar jê re lazim bû. Dirûşmên wê jî giştî bûn. Divabû hûrbîntir bûya û daxwazên xwe di çend xalan de kurt û zelal bikirana. Lewma, tevî rêza min ji qurbaniyan û mêrxasiya wan a zêde re, lê li tevgerê zîvirîn û xwenîşander tertûbelav kirin."
Ol û tundrewî
Derbarê mezhebperestî û tundrewiya olî li Iraqê jî, hizirmendê iraqî Ebdilhisên Şe`ban ragihand ku divê li Iraqê çek û sîleh bi tenê di destê dewletê de bin ji ber ku "tu lêveger di ser lêvegera dewletê re nîne" û domand: "Dewlet yekane sazî ye ku ji parastina aramî û asayîşê, parastina can û mal û milkên hemwelatiyan û parastina aramî û asayîşa giştî berpirs e. Divê Heşda Şeibî bibe beşek ji artêşa Iraqê. Ev bingeh e di artêşên nûjen de ku wek saziyeke yasayî girêdayî dewletê ye, lê ne girêdayî desthilata siyasî ye ku diguhere, yan ev partî yan ew, lê dewlet her dimîne û naguhere."
Şe`banî ku yek ji çalakvanên navdar ên civaka sivîl e li Iraq û deverê, di vî warî de got ku mirov nikare bibêje ku li Iraqê civakeke medenî tune ye, her çend ev geşepêdana nû bi kil û kêmasî be jî, "ji ber ku bi zayîna dewleta Iraqê re çêbûye", lê naverok û arasteyên wê ji hev cuda bûne, nemaze piştî dagirkirinê. Navborî wiha ji Rûdawê re got: "Divê civaka sivîl serbixwe be û ji desthilatdarî û dijberiya wê dûr be, yanî mesafeyekê deyne navbera xwe û wan. Hin rêxistinên civaka sîvîl serî li balyozxaneyan dane û wan bi kar tînin, heta ji bo fînansekirina wan jî xwe dispêre projeyên derve, îro bi dehan karmend hene ku li ser navê civaka sivîl dixebitin û alîkariyên derve distînin, hinek ji wan gelek mezin in. Tew Bremer 780 milyon dolar di dema mayîna xwe de li Iraqê li ser navê civaka sivîl belav kir. Lê kes nizane ew pere bi ku ve çûne û kê ji rêxistinan para xwe wergirtiye? Beşek ji vê dozê vedigere dema opozisyonê, dema ku partî û navendên lêkolînê yan jî kesên ku xwe bi vî rengî bi nav dikirin, ji çapemenî û rojnamevanan re alîkarî distandin û gelek ji wan di bin navê "Projeya Rizgarkirina Iraqê" de bi Pentagonê re peyman îmze kirin."
Navborî her wiha diyar kir ku ne di nava karên civaka sivîl de ye ku bigihêjin desthilatê yan jî piştgiriya vê yan wê girûpê bikin, lê hinek ji wan tevlî lîstika desthilatdariyê bûne û hinek caran jî rasterast yan nerasterast ji bo berjewendiya vê yan wê partiyê hatine destnîşankirin. "Divê civaka sîvîl vekirî be û ji mezheb, partî, kom an grûbeke etnîkî re vekirî be û neyê girtin, lê gelek rêxistin tenê bi kom an komên taybet sînordar in."
Şe`banî got ku pêwîst e em atmosfera rêxistinên civaka sivîl paqij bikin bi balkişandina ser serxwebûn û çavdêrîkirina çavkaniyên wan ên diravî, nemaze yên ku ji hêzên derve tên, çunke ne pêkan e ku bêyî hebûna sazî û rêxistinên civaka sivîl demokrasîyeke rasteqîn were avakirin: "Divê civaka sivîl ji bo berjewendiya vê komê û ya din nekeve nav nakokiya siyasî-rewşenbîrî, çawa ku divê xwe ji helwestên alîgir û dijberî yên siyasî dûr bixe, belkî alîgiriyê li berjewendiya endam û alîgirên xwe û bi giştî profesyonelî û pîşeyî bike."
Şîdet û civaka Iraqê
Bîrmendê iraqî Ebdilhisên Şe`ban di vê hevpeyvîna xwe ya dorfireh bi Tora Medyayî ya Rûdawê re qala şîdet û tundûtîjiya li welatê Iraqê jî kir û anî ser zimên ku tundûtûjî ne şêwazeke jiyanê ye di civaka iraqî de, hem jî divê em li sedem û rehên wê yên civakî-dîrokî yên piralî û tevlihev bigerin. "Eger di dîroka netewe û gelan de ji ber têkoşîna ji bo desthilatdarî û dewlemendiyê ku bûye sedema şer û pevçûnên çekdarî, şîdet taybetmendiya serdest be, wê demê mirov bi banga aştî û toleransê û çareserkirina nakokiyan bêyî şer û pevçûnan hewl daye ku mirovahiya xwe biparêze û tundûtûjî red kiriye û li hevpariya mirovî û berjewendiyên hevbeş geriyaye."
Şe`ban wiha dirêjahî da axaftina xwe û got: "Çawa ku civaka Iraqê tûşî tundûtûjiya navxweyî û derve bûye, şer, nakokî, nakokiyên navxweyî, dagîrkerî û destdirêjiyên derve jiyaye, Ewropa jî rastî van nakokiyan, şerê çekdarî, şerê navxweyî û derve hatiye. Tenê bes e ku em behsa yek nimûneyê bikin, ew jî Şerê Sî Salî ye (1618 - 1648), ku bi Aştiya Westvalyayê bi dawî bû û di navbera Protestan û Katolîkan de şerekî xwînî yê dûrxistin, tunekirin û qirkirinê bû û tê de bi deh milyonan mirov hatin kuştin. Berî wê jî Şerê 100 Salî. Ez bi dilgermî dibêjim ku rewşa Iraqê û cîhana erebî û îslamî bêyî çaksazîkirina warê olî nayê çaksazîkirin û ev tê wateya çaksazkirina hizra olî û piştre jî gotara olî, paqijkirina atmosferê bi nehiştina tundûtûjiyê û nehiştina çekan ji bo çareserkirina dîrokî. Dîrok rabirdû ye û nayê vegerandin û yê ku li ser navê mezheb, ol, nijad û hwd bikeve pey dîrokê dixwaze agir geştir bike."
Ebdilhisên Şe`ban tekez kir ku gelek sedemên navxweyî û derveyî hebûn ku hiştin şîdet li Iraqê belav bibe, xasma hêzên biyanî ev yek zêde kirin. "Piştî damezrandina dewleta Iraqê di sala 1921ê de, tundî li dijî Kurd û Asûriyan û li dijî tevgerên xwepêşanderan ên gundî û cotkaran li bejahiya naverasta Firatê û gundewarên başûrê Iraqê bi awayekî qanûnî hat meşandin."
Şe`ban di vî warî de wiha pê de çû: "Iraq bû şahidê tundûtûjiya siyasî. Di demeke zû de, darbeya Bekir Sidqî di sala 1936an de pêk hat, ku yekemîn darbeya leşkerî li cîhana erebî bû, piştre 5 efserên ku beşdarî tevgera Reşîd Alî el-Keylanî bûn di sala 1941ê de hatin îdamkirin û piştre jî 5 serkirdeyên Partiya Komunîst di sala 1949an de ji ber ramanên xwe yên siyasî hatin bidarvekirin. Ji sala 1961ê ve Qasim hewl da tundûtîjiyê li dijî bizava kurdî bimeşîne. Piştî îstîfaya serok Ehmed Hesen el Bekirî di sala 1979ê de, şîdetê sînorê Iraqê derbas kir û giha dewletên cînar, xasma şerê Iraq û Îranê (1980-1988), paşê serpêhatiya dagirkirina Kuweytê ya sala 1990 û şerê hêzên hevpeyman ji bo wêrankirina Iraqê û sepandina dorpêçeke navdewletî ya neheq li ser wê ku 12 salan dom kir. Paşê, di sala 2003an de, dagîrkirina Iraqê ji aliyê Amerîkayê ve hat û tundûtûjiya rêxistinkirî û belavbûyî ya ku li pey wê hat ji bo li berxwe bidin ji aliyekî ve li dijî dagirkeran û ji aliyê din ve jî ji bo belavkirina terorê, ji ber ku rêxistinên terorîst karîbûn kontrola xwe li ser navçeyên berfireh ên Iraqê ferz bikin. Pêşî Qaîde derket, paşê DAIŞê ku sala 2014 Mûsil dagir kir û Reqaya Sûriyê ji xwe re wek paytext hilbijart."
Ebdilhisên Şe`ban diyar kir ku çand çeka herî bibandor û kûr e ji bo bilindkirina nirxên azadî, aştî, edalet, wekhevî, hevkarî û beşdariyê û neteweyên pêşkeftî ku qet nebe xwe ji şîdeta navxweyî rizgar kirin ew milet bûn ku xwe spartin prensîbên hemwelatîbûnê û nirxên wê yên mirovperwer û xwe ji wê yekê dûr girtin ku însanan li gor ol, netewe, regez, ziman yan nijada wan cuda bikin.
Şe`ban her wisa got jî: "Çand hejmareke dijwar û dijbereke serhişk a mêtingeriyê bû. Lewra rejîmên zalim hewl dan wê binixumînin, tarî bikin û xwemal bikin; bi xapandinê, bi sansorê, bi zindankirinê, bi demançeyên bêdeng yan bi sirgûnkirinê. Lewra jî bi dehên ronakbîrên iraqî yên qerase û navên herî mezin ji Iraqê reviyan û li welatên xurbet û xerbîyê hêwirîn û mirin, wek: Cewahirî, Ebdilwehab el-Beyatî, Seidî Yûsif, Muzefer el-Newab, Hadî Elewî, Hesen Elewî, Şemran el-Yasirî, Mehmûd Sebrî, Elî el-Şewk, Bilind Heyderî, Mihemed Behr el-Ulûm, Nahîde el-Remah, Zeyneb û bi dehan kesên din."
Ebdilhisênî got ku bi vî awayî zincîreya kuştin û terorkirina sembolên çandî berdewam dike, ne rasthatin bû jî ku piştî dagîrkeriya Iraqê, Amerîkiyan nêzîkî 1000 kesayetiyên çandî, rewşenbîrî, akademî û zanistî li Iraqê kuşt, lê çanda aştiyê dikare şerê çanda şîdet û terorê bike: "Divê wek Rojava bi qanûnan şerê şîdet û terorê bê kirin. Divê azadiya raderbirînê misoger be. Kultûra serdest ku mafan misoger dike li dijî mêlên berteng derdikeve, nemaze ku piştî belavbûna webaya koronayê peyda bûn, her wisa piştî şerê Rûsya li Ukraynayê. Berî wê jî li dijî penaberan, bi taybetî piştî krîza Sûriyê."
Îslama siyasî
Ebdilhisên Şe`ban her wiha anî ser zimên ku tundrewî keça radîkalîzm û fanatîzmê ye û eger fanatîzm ji ramanê ber bi cîbicîkirinê ve here, dibe tundûtûjî ji ber ku dê bibe reftar: "Fanatîzm û berhema wê ya tundrewiyê ne tenê bi ol, dîn û oldaran ve sînordar e, ji ber ku hemû partiyên totalîter aliyê beramber înkar û paşguh dikin. Ev partî rastiyê li bal xwe tenê dibînin, lewra maf didin xwe ku gunehên siyasî û karên şîdetê bikin. Li Iraqê, piştî sala 1958an wiha hesêb dikirin ku her kesê li dijî şoreşê derkeve helbet kevnperest, dijmin û cihê gumanê ye. Lew hindek komkujî li Mûsil û Kerkûkê sala 1959 çêbûn. Piştî sala 1963an, piştî darbeya bixwîn a 8ê Sibatê, Beisiyan daxuyaniya jimare 13 derxist ku qirkirina komunîstan helal dikir û bi dehan yan jî bi sedan kes li baregehên Parastina Milî hatin kuştin, bi deh hezaran jî hatin îşkencekirin. Heynê ku îslamî jî gihaştin desthilatê dijberên xwe dûr xistin û karê Beisê bi temamî qedexe kirin. Ango hemû aliyên Iraqê sûd ji ezmûna dîrokî nedîtin. Ez wisa difikirim ku çanda bihevrejiyan û naskirina yê din û pejirandina pirrengî û pirdengîyê hîn li Iraqê tune ye. Rêxistinên terorîst li ser fanatîzmê hatine damezrandin û divê her tundrewek bêtehemûl be, û dema tundrewî ku keça fanatîzmê ye, veguhere reftar dibe tundûtûjî, ya dawî jî dema ku bi awayekî bêserûber êrîş dike, dibe teror û terora navdewletî."
Aştiya civakê
Hizirmendê iraqî Ebdilhisên Şe`ban her wiha diyar kir ku perwerde pir giring e û dikare şîdetê qels bike. Şe`ban dibêje şîdet di şev û rojekê de ji holê ranabe, lê perwerde û dibistan dikarin çanda dijberî tundiyê di nav xwendekar û xelkê de biweşînin: "Ez dixwazim li vir diyar bikim ku rojbûna rêberê Hindistanê Mahatma Gandi (2 Cotmeha 1869) wekî roja cîhanî ya nehiştina tundûtûjiyê tê hesibandin ku bi biryareke Neteweyên Yekbûyî li ser asta cîhanî tê pîrozkirin. Xwezî dewleta Iraqê jî vê rojê pîroz bike. Divê em di dîroka xwe ya erebî û îslamî de jî bigerin û mînakên çanda nehiştina tundûtûjiyê derxin pêş. Mîna Peymana Fizûl (595z) ku bi nêrîna min tecrûbeyeke dadmendî û mafên mirov e."
Xetimîna siyasî li Iraqê
Li dor xetimîna siyasî li Iraqê, bîrmendê iraqî Ebdilhisên Şe`ban ragihand ku krîza siyasî ya niha li Iraqê beşek ji krîzeke kûrtir e ji dema dagîrkirina Amerîkayê ve, rêveberî bê ezmûn e di warê çawaniya birêvebirina dewletê de, di warê pratîka siyasî de jî, ew dîn û egoîst e, hizbî, mezhebî û etnîkî ye û carna bi hêzên derve re, çi dagirkerên Amerîkî û çi bi bandorkerên Îranî yên destdirêj, û carinan jî yên Tirkî ve, tê girêdan.
Di dirêjahiya axaftina xwe de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re Ebdilhisên Şe`ban wiha got: "Piştî sala 2003an, rejîm berdewam bû di navbera tundrewî û vekirîbûnê de û di navbera sektora giştî û sektora taybet de û carinan ew di bin sîwanekê de berhev kir. Di heyama derbasbûyî de, dewletê nekarî stratejiyeke zelal pêş bixe û di warê geşepêdanê de şikest. Xizmetguzarî di warên perwerde, tenduristî, elektrîk, av, jîngeh, şaredarî, bazirganî, pîşesazî û çandiniyê de heta asteke tirsnak xirab bû. Binêrin, Besra berhemhênera serekî ya petrolê û selika xwarina hemî Iraqê di dema borî de û Venedîkaya Rojhilat, bi kêmbûna avê, rewşa xirab a jiyanê, xirabbûna xizmetguzariyan û nebûna îtîbara dewletê re rûbirû maye. Tew em her roj nûçeyên pevçûnên eşîran ên çekdar û her wiha destwerdanên derve li wê Besrayê dibihîzin."
Şe`ban her wisa diyar kir ku piştî vekişîna grûpa Muqteda Sedr, ku komeke bibandor di qada siyasî de ye û 73 kursiyên parlamentoyê bi dest xist, dibe ku grûpên siyasî ligel Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Koma Serweriyê bigihin rêkeftinekê. Lê eger Sedr gavan biavêje û dakeve kolanan, wê peymaneke bi vî rengî bi metirsî be. Her wiha îhtimal heye ku Sedr biryara xwe paşve bikşîne û bi lihevkirina dijberên xwe vê carê ji şîeyên siyasî yan jî hinek ji wan hikûmetê bi dest bixe. Senaryoya serdest çi dibe bila bibe, qeyran berdewam e û dê bi berdewamiya sîstema kotayan û dabeşkirina postan bêyî liberçavgirtina jêhatîbûn û niştimanperweriyê, nexasim berdewamiya çekdanînê û nebûna stratejiyeke zelal ji bo dewletê di navxwe de her bidome.
Ebdilhisênî bi vî awayî dawî li axaftina xwe anî û qala sê senaryoyan li pêşiya Iraqê kir û got: "Senaryoya pêşî ew e ku rewş berdewam bike, gavek ber bi pêş ve, du gav paşde, tew sê-çar gavan paşde û dibe ku demeke dirêj bixwe heta deh salan, heya ku nîşanên krîzê derkevin holê û tew biteqin. Duyem, rewş her ku biçe xirabtir bibe, xetera şerê navxweyî, heta şerên navxweyî yên: Şîî-Şîî, Kurdî-Kurdî û Sunî-Sunnî derkevin holê. Her wiha dê nakokî erebî-kurdî û kurdî-tirkmenî be, xasma li Kerkûkê. Eger ev yek bibe, Xwedê neke, dê her kes winda bike, belku Iraq û xelkê wê bi hemû kom û neteweyên wê, xisarkar in û tenê dijminên Iraqê û yên li dû têkbirina yekîtî û paşeroja wê ne, dê sûdê jê wergirin. Senaryoya sêyem û dawî jî li gor min ew e ku rewş ber bi başbûnê ve biçe, bi taybetî ger hemî alî bigihêjin rewşeke xetimî û hîs bikin tiştên ku bi dest xistine dê bikevin jêr xeterê û dê xeterî bandorê li ser wan bike, ji ber vê yekê jî mirov dikare gav bi gav eslê pêvajoya siyasî ya ku bi dagirkeriyê re hatiye avakirin, ji nû ve binirxîne. Xala destpêkê ji bo vê yekê îradeyeke siyasî ya yekgirtî yan jî ji hêzên sereke ye, ji bo lihevkirina li ser projeyeke siyasî ya nû û pêwîstiya vê yekê jî bi pêdaçûna destûrê heye, ji ber ku ew koka pirsgirêkê û çavkaniya nakokiya sereke di warê yasayî de ye."