Gellê Kurdistanê di sala 2017an de bo sê caran wê biçe ser sindoqan. Kurdistanî di 25ê Îlonê de ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe û pêşeroja xwe dê biçin ser sindoqan û dê referandûma serxwebûnê were encamdan. Bi fermana nû ya Serokê Herêma Kurdistanê ya li ser destnîşankkirina dîroka hilbijartinên serokatî û parlamentoyê, xelkê Kurdistanê mehek piştî referandûmê, di 1ê Mijdara 2017an de vê carê wê ji bo serokatî û endamên parlamentoyê berê xwe bide ser sindoqan.
Partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê di bin serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de 7 Hezîranê civînek pêk anîbûn. Di vê civînê de partiyên siyasî û Serokê Kurdistanê Barzanî biryar standibûn ku referandûma serxwebûnê ku ev sed sal in miletê Kurdistanê li bendê ye, dê di 25ê Îlonê de pêk bê û demildest dest bi amadekariyan kiribûn. Di vê çarçoveyê de ji bo gotûbêjkirina referandûma serxwebûnê li gel dewletên cîran, dewletên cîhanê û Bexdayê biryara avakirina komîteyan jî hatibû wergirtin. Serok Barzanî ku beriya destnîşankirina dîroka referandûmê jî di nav hevdîtinên girîng de bû, piştî biryara pêkanîna referandûmê asta dîplomasiya xwe ya bilindtir kir û derbasî Ewropayê bû. Serok Barzanî ku di vê serdana xwe de wek serokdewletekê û tenê bi Ala Kurdistanê hat pêşwazîkirin, li Brûksela nevenda Ewropayê axaftineke dîrokî kir û di vê gotara xwe de ji welatên Ewropa û cîhanê re ragihand ku ‘serxwebûn mafê rewa yê miletê Kurd e’.
Komsîyona Serbixwe ya Hilbijartinan amade ye
Komîsyona Bilind ya Hilbijartinan û Referandûmê jî beriya niha eşkere kiribû ku amadekarî û xebatên wan yên ji bo pêkanîna her sê hilbijartinan berdewam dikin û wê her sê hilbijartin jî ku ji bo çarenivîsa miletê Kurdistanê xwedî girîngiyên mezin in, wê bi serkeft û bêkêmasî biçin serî. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo pêkanîna referandûm û hilbijartinan, bo komîsyona serbixwe ya hilbijartinan bûdçeyek veqetand.
“Ji bo jinavbirina kêşeyan pêdivî bi hilbijartinan heye”
Herêma Kurdistanê ji aliyekî ve amadekariyên xwe yên ji bo referandûma serxwebûnê û hilbijartinên serokatî û parlamentoyê dike û ji aliyê din xebatên ji bo çalakkirina parlamentoya Kurdistanê dike. Beriya niha hatibû ragihandin ku Serok Barzanî bi nêzîkbûna referandûma serxwebûnê, xwastiye ku bi beşdarbûn û pêşniyazên hemû aliyên siyasî paramentoya Kurdistanê were çalakkirin.
Akademîsyen û nivîskar Omer Nuredînî li ser diyarbûna dîroka hilbijartinan û hewldanên çalakkirina parlamentoyê ji Basê re axivî. Nuredînî dibêje Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li gor yasa û erkên xwe dîroka hilbijartinên serokatî û parlamentoyê diyar kir û axaftina xwe wiha didomîne: “Di 6ê Mijdarê de maweya heyama hilbijartinên parlamentoyê tijî dibe. Ji ber wê yekê beriya xilasbûna maweyê diviyabû dîrok bihata destnîşankirin ku hilbijartin bên pêkanîn. Di 1ê Mijdarê de wê hilbijartinên serokatî û parlamentoyê bi hev re werin encamdan. Him ji bo jinavbirina kêşeyên heyî û him ji bo diyarbûna îradeya siyasî, demokratîk û yasayî ya miletê Kurdistanê encamdana hilbijartinan girîng e û pêdivî pê heye.” Nuredînî li ser çalakkirina parlamentoya Kurdistanê jî wiha diaxive: “Ji bo çalakkirina parlamentoyê pêdivî bi îradeye siyasî heye. PDK bi hewl û xebatên xwe nîşan dide ku xwedî vê îradeyê ye. YNK jî germ li vê mijarê dinêre. Çalakkirina parlamentoyê wê karîgeriyeke gelekî girîng û erênî li referandûma serxwebûnê jî bike. Divê partiyên siyasî, nemaze jî partiyên di parlamentoyê de ji bo çareserkirina vê kêşeyê li hev bicivin û parlamentoyê çalak bikin. Vebûna parlamentoyê wê bandoreke erênî li ser hemû aliyan bike.”
“Barzanî aktorê sereke ye”
Li ser mijara çalakkirina parlamentoya Kurdistanê parlamenterê YNK Dilêr Mawetîm, mercê Goranê yê bareya Barzanî bi van gotinan rexne kir: “Mesûd Barzanî di qada siyasî ya Kurdistanê de aktorekî sereke ye. Di vê heyama ku referandûm û mijara serxwebûna Kurdistanê di pêşiya me de ne, divê bêyî şert û merc biryar li ser çalakkirina parlamentoyê bê dayîn. Çalakkirina parlamentoyê bi awayekî bêmerc wê gelek tiştan ronî bike.”
“Goran naxwaze parlamento çalak bibe”
Endama Komîsyona Yasa yê PDKê jî di daxuyaniya xwe ya li gel Basê de gotibû ku Goran naxwaze parlamento çalak bibe û wiha pê de çûbû: “Eger armanca Goranê çalakkirina parlamentoyê bûya, wê pêşniyaza PDKê ku hêvîyek ligel miletê Kurdistanê ava kir, red nedikir û wê daxwaza gûftûgoyan bikira.”
“Wê zelal bibe ka Goran çi dixwaze”
Parlamenterê Yekgirtu Hacî Karwan jî diyar kiribû ku eger parlamento çalak bibe, wê hemû aliyên siyasî bi hev re yasa derxistana û li ser vê mijarê wiha dibêje : “Lêbelê tê dîtin ku di meseleyê de hincet hene. PDKê ji bo vê meseleyê însîyatîf wergirt û bi vî awayî dê hincetên Goranê ji holê rake. Niha wê bi zelalî derkeve holê ka Goran çi dixwaze.”
Hilbijartin çar salan carekê pêk tên
Hilbijartinên Kurdistanê di çar salan de carekê pêk tên û herî dawî di sala 2013an de pêk hatibûn. Di hilbijartinên wê demê de PDK 38, Goran 24 parlementer bidestxistibûn. Paşê her du partiyan peyman danîn û hikûmet ava kiribûn. Li gor vê peymanê serokatiya parlementoyê jî tê de hin wezaret ketibûn para Goranê. Lêbelê di rûniştineke parlementoya Kurdistanê de bi daweta Serokê Parlementoyê yê Goranê Yusif Mihemed berpirsyarekî Îranî tevlî rûniştinê bûbû. PDK, ev yek weke binpêkirina yasayên Kurdistanê nirxand û da zanîn ku ev yek li hember nependa Kurdistanê êrîş e, hebûna berpirsyarê Îranî li parlementoyê, tevlîbûna karên navxweyî yên Kurdistanê ye. Piştî vê bûyerê qrîza siyasî di navbera Goran û PDKê de derket. Di Cotmeha 2015an de ofîsên PDKê li Silêmanî hatin şewitandin, rûxandin. Bi sucdariya li hember derketina karkirina parlementoyê 4 wezîrên Goranê ji berpirsyariyê hatin dûrxistin. Yusif Mihemed ku Îranê kiribû nav parlementoya Kurdistanê ji serokatiya parlementoyê hat dûrxistin.
Li aliyê din di civîna dîrokî ku tê de biryara pêkanîna referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê hatibû standin de danûstandin ji bo hilbijartinan jî hatibûn kirin lê encam nedabûn. Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, heftiya borî ji Komîsyona Bilind a Hilbijartinê û Referandûmê re biryara pêkanîna hilbijartinên serokatî û parlementoyê ya ku dê di 1ê Mijdarê de pêk bê şand. Li gor talîmata ku Serok Barzanî şandiye di çarçoveya maddeya 128. de ji hemû partiyan daxwaza diyarkirina endamtiya Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind û daxwaza alikariya bi Komîsyona Referandûmê re kir. Barzanî talep dike ku hemû alî û hizb amadekariyan bikin.