Bo cara yekê li cîhanê nivîsareke fermî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi zimanê Siryanî hat derxistin

Wezîrê Veguhastin û Gehandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nivîsareke fermî bi zimanê Siryanî îmza dike û ev jî li ser astê cîhanê dibe cara yekê ku nivîsareke fermî bi wî zimanî derdikeve, ku ji aliyê Namenivîsê Fermî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve zimanê Hezretê Mesîh (zimanê Siryanî) tê bikaranîn.

14.06.2024, Cum - 09:50

Bo cara yekê li cîhanê nivîsareke fermî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi zimanê Siryanî hat derxistin
Nuçe Belav bike

Wezîrê Veguhastin û Gehandinê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Ano Cewher duh(Pêncşem, 13.06.2024) bi zimanê resen ê Siyanî, ku zimanê neteweyên Kildan, Aşûrî û Siryanî ye, nivîsareke fermî (Spasname) pêşkêşî Birêveberê Giştî û fermanberên Birêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Siryanî li Wezareta Rewşenbîrî û Lawan kir.

Ew nivîsar ji bo pêşkêşkirina rêz û spasiyan li beranberî biryara wê birêveberiya giştî ye, ji ber serederîkirina wê ya fermî bi zimanê Siryanî li nav fermangehên wê li qezaya Enkaweyê mil bi milê zimanê Kurdî, ev jî taybetmendiyeke din a xweşik a pêkvejiyana neteweyî û dînî ya li Herêma Kurdistanê ye.

Ev jî di demekê de ye ku bi piştevaniya Serok Barzanî li sala 1992ê zimanê Siryanî li Perlemana Kurdistanê wekî zimanekî fermî hat nasandin.

Ji piştî serhildana sala 1991ê heta niha 50 dibistanên hikûmî yên bi zimanê Siryanî li Hewlêr û Dihokê hene, ku zêdetirî şeş hezar û 690 xwendekarên Kildanî, Aşûrî û Siryanî li wan dibistanan bi zimanê Siryanî dixwînin û ji aliyê zêdetirî 634 mamostayan ve dersên perwerdeyî bi zimanê Siryanî tên dan.

Herwesa bi piştevaniya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser astê xwandina bilind, xwandina zimanê Siryanî hatiye vekirin, ku niha li Kolîja Perwerdeyê ya Zanîngeha Selahedînê xwandin ji bo bidestxistina bawernameya masterê di wî warî de heye û mamosta û şarezayên zimanê Siryanî jê re hatine dabînkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 402 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:05:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x