Cafer Emînkî: Kartên Hewlêrê hene ku li dijî Bexdayê bikar bîne

Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Cafer Emînkî ragihand ku ew ji ber gavên ku di rûniştinên budceyê de li dijî Herêma Kurdistanê hatine avêtin dilgiran in û got, “Herêma Kurdistanê ne lawaz e û kartên fişarê hene ku li dijî Bexdayê bikar bîne. Heger em derfetê nedin Bexda nikare li dijî Herêma Kurdistanê biryarekê bide.”

15.06.2023, Per - 05:47

Cafer Emînkî: Kartên Hewlêrê hene ku li dijî Bexdayê bikar bîne
Nuçe Belav bike

Parlamentoya Iraqê piştî danûstandinên 5 rojan yasaya budceya 3 salan a ku sala 2023, 2024 û 2025 li xwe digire pesend kir. Di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser budceya ku nêzîkî 153 milyar dolar in, bi taybetî li ser nirxandina petrola Kurdistanê û pişka wê ya di budceyê de gotûbêj hatin kirin.

Endamê Komîteya Navendî û Berpirsê Pêwendiyên Giştî yê PDKê Cafer Emînkî ku bû mêvanê bultena piştî nîvroj a Senger Ebdurrahman li ser budceyê axivî.

Emînkî got, “Daxwaza me ew bû ku rêz li rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê bê girtin û rêz bê girtin. Ji ber ku mijar bi darayî ve girêdayî ye, divê pêşnûmeya ku hikûmetê amade kiriye, pêşiyê pêşkêşî dengdanê were kirin û ger têra dengan neke divê were serrastkirin an zêdekirin. Lêbelê, Komîsyona Aborî desthilatdariyek bêsînor da wî. Manîpulasyona pêşnûmeyê raya giştî provoke kir.”

Emînkî da xuyakirin ku ew di dema danûstandinên budceyê de helwesta li dijî Herêma Kurdistanê nîgeran in û got, “Lê belê ev nîgeranî negihîştine wê astê ku em ji wê peymana ku me bi Hevpeymaniya Rêveberiya Dewletê re çêkir poşman bibin.”

Emînkî destnîşan kir ku Bexda hîn nikare li ser petrola xwe desthilatdariyekê bike û anî ziman, “Bexda gelekî lawaz e ku nikare fişaran li ser Herêma Kurdistanê bike lê hinek hêzên herêmî û navdewletî hene.”

Emînkî got, “Bexda nekarî sûdê ji petrola xwe werbigire ku sûdê ji petrola Herêma Kurdistanê werbigire.”

Emînkî tekez kir ku Herêma Kurdistanê tenê ji ber dubendiya di navbera partiyên Kurdî de dikare lawaz dibe û got, “Parçebûna niha ya Herêma Kurdistanê bûye sedem ku Bexda van biryaran li dijî Herêma Kurdistanê werbigire. Herêma Kurdistanê ne lawaz e û kartên fişarê hene ku li dijî Bexdayê bikar bîne. Heger em derfetê nedin Bexda nikare li dijî Herêma Kurdistanê biryarekê bide.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 267 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:31:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x