Careke din Kampa Mexmûrê hat bodumankirin

Îro roja Înê, 13ê Cotmeha 2023ê, careke din Kampa Mexmûrê ji aliyê balafirên bêbalafirvan ên Tirkiyeyê ve hat bordumankirin.

13.10.2023, Cum - 07:48

Careke din Kampa Mexmûrê hat bodumankirin
Nuçe Belav bike

Îro roja Înê, 13ê Cotmeha 2023ê, careke din Kampa Mexmûrê ji aliyê balafirên bêbalafirvan ên Tirkiyeyê ve hat bordumankirin.

Tevî ku heta niha zirarên wê êrîşê nehatine eşkerekirin, lê li dû çavkaniyan, ciyê wê bordumanê nêzî eynî ciyê vê heftiyê yê bertir e ku Tirkiyeyê borduman kiribû.

Di vê heftiyê de ev cara duyê ye ku ji aliyê balafirên bêbalafirvan ên Tirkiyeyê ve Kampa Mexmûrê tê bordumankirin. Bordumana yekê ya vê heftiyê li roja 7ê Cotmehê bû ku tê de du çekdarên PKKyê hatin kuştin û sê çekdarên din jî birîndar bûn.

Kampa Mexmûrê ku ji aliyê PKKYê ve wekî “Kampa Penaberan a Şehîd Rustem Cudî” tê naskirin, nêzî 20 hezar kesan lê akincî ne ku alîgir û kesûkarên gerîlayên PKKyê ne. Pêştir gelek caran ew kamp ji aliyê balafirên şerî yên Tirkiyeyê ve hatiye bordumankirin û zirarên canî û madî ji wan bordumanan çê bûne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 475 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:06:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x