Çavdêrekî siyasî: Bafil Talebanî pêşneyara firotina Silêmanî ji rêveberên Bexdayê re dike û jê nakirin

Çavdêrekî siyasî behsa serdanên berdewam ên bê encam ên Serokê YNKê Bafil Talebanî bo paytexta Iraqê Bexdayê dike, ku her meh 2-3 caran dubare dibin û radigehîne ku wan serdanane rêveberên Bexdayê jî bêzar kirine.

28.11.2022, Pts - 08:27

Çavdêrekî siyasî: Bafil Talebanî pêşneyara firotina Silêmanî ji rêveberên Bexdayê re dike û jê nakirin
Nuçe Belav bike

Çavdêrê siyasî Niyaz Hacî di tora xwe ya civakî ya facebookê de ragehand: ‘’Bi qutiyên Tiger ve pêşwaziyê li serokên partiyan dike û civînan li gel wan dike. Nav civînan de jî nameyên PKKê bo wan dixwîne û hîn diyar nîne şinawan jî bo wan dikşîne yan na?’’

Herwaha dibêje, piştî wan civînan ‘’tê û diçe Bexda, çend pêşandanek û çend geran digere li ser rêveberên partiyên wirde û wê de tê û dçe û mehê 2-3 caar wan serdanan dubare dike û wek rêya kaniyê lê kiriye, li wê derê her carê firotina Silêmaniyê pêşkeş dike, lê ne muşterî heye û ne jî peyda dike û ne jî kes amadeye wisa li ber xwe de jê bikire!’’

Bi baweriya wî çavdêrî tişta ku Bafil Talebanî dike ne siyaset e; ‘’Ew serdanane jî ku ji bo Bexdayê dike, derveyî bêzarkirina zêdetir a wan rêveberan ne ti tiştekî din e, ti tiştek jî ji wan serdanan şîn nabe, axir mêvan jî carek û du car xweş e.’’

Dawiyê de jî dibêje: ‘’Xêrxwaz an jî aqilmendek bila bîra Bafil Talebanî bîne, ku ew tişta ku ew li dû diger li Hewlêrê ye û li Serê Bilind dikare dest bêxe, li cîheke din nîne, bê guman ew jî eger dest ji parastina terorîst û tewanbaran berde dikare bidest bixe.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 256 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:20:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x