Çavlirêye, îro Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku ji bo beşdarî Konferansa Ewlekariyê ya Munihê bibe li Almanyayê ye bi Serokwezê Tirkiyê Binali Yildirim re bicive.
Li gorî nûçeyên di medyaya Herêma Kurdistanê de hatiye weşandin, di hevdîtinê de têkiliyên Hewlêr û Enqereyê, têkoşîna li dijî DAIŞê û operasyona Mûsilê wê bên axavtin.