Civata Rohanî ya Êzidiyan: Me lêkolîn kir, êrîşî mizgeftê nehatiye kirin

Şêwirmendê Civata Rohanî ya Êzidiyan diyar kir, derbarê bûyera Şingalê de lêkolîn kirine û derketiye holê ku ti êrîşek bi ser Mizgefta Rehman de nehatiye kirin.

29.04.2023, Cts - 11:57

Civata Rohanî ya Êzidiyan: Me lêkolîn kir, êrîşî mizgeftê nehatiye kirin
Nuçe Belav bike

Şêwirmendê Civata Rohanî ya Êzidiyan diyar kir, derbarê bûyera Şingalê de lêkolîn kirine û derketiye holê ku ti êrîşek bi ser Mizgefta Rehman de nehatiye kirin û got: “Êzidî piştevaniya pêkvejiyanê dikin.”

Îro Şemiyê 29ê Nîsana 2023an, Şêwirmendê Civata Rohanî ya Êzidiyan Kerîm Silêman di konferanseke rojnamevanî de red kir ku Êzidiyên nişteciyên Şingalê êrîşî ser Mizgefta Rehman a li Şingalê kiribin.

Kerîm Silêman eşkere kir, wan derbarê bûyerê de lêkolîn kirine û Mîrê Êzidiyan bi xwe lijneyeke sê kesî şandiye Şingalê, da ku ji nêz ve mizgeftê bibînin û derketiye holê ku ne êrîş bi ser mizgeftê hatiye kirin û ne jî hatiye şewitandin.

Şêwirmendê Civata Rohanî ya Êzidiyan tekez kir ku Êzidiyên Kurdistanê weke her pêkhateyên din, piştevaniya pêkvejiyan, biratî û tebayiyê dikin ku li vî welatî heye û “êrîşkirina ser mizgeftan di rewişta Êzidiyan de tune ye”.

Kerîm Silêman diyar kir ku ew spasiya xwişk û birayên Misilman, Xirîstiyan, Kildan û olên din dikin ji bo vê piştevaniyê û alîkariya mirovî ku pêşkêşî Êzidiyan kirine piştî êrîşên DAIŞê yên ser Şingal û derdora wê di sala 2014an de.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 468 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:55:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x