Civîna PDK û YNKê bidawî hat

Civîna ku li Hewlêrê ji aliyê rayedarên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ve hat lidarxistin, "erênî" hat nirxandin. Berpirsekî YNKê got: “Emê di civîna bê de behsa dabeşkirina erkan di hikûmeta nû de bikin.

19.03.2025, Çar - 10:11

Civîna PDK û YNKê bidawî hat
Nuçe Belav bike

Di çarçoveya xebatên pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de, duh şandên PDK û YNKê li Hewlêra paytext civiyan.

Di civîna ku li Mekteba Siyasî ya YNKê hat lidarxistin de, şanda PDKê bi serokatiya Hoşyar Zêbarî û şanda YNKê jî bi serokatiya Qubad Talebanî bû.

Di daxuyaniya hevpar a piştî civînê de hat gotin, "Di vê pêvajoyê de ji bo avakirina hikûmetê û avakirina saziyên din bi awayekî ku xizmeteke baştir pêşkêşî bike, em hatine qonaxeke girîng."

Piştî civînê berpirsek ji şanda YNKê ji çapemeniyê re axivî û got, "Civîna ku îro hat lidarxistin, dê avakirina kabîneya nû ya hikûmetê be û em ê di civînên bê de behsa dabeşkirina erkên hikûmetê bikin."

Roja borî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî weke Cîgirê Serokê PDKê li Hewlêrê bi Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî re civiya.

Mesrûr Barzanî li ser hevdîtina bi Talebanî re got, me li ser mijarên girîng ên gelê xwe û bi giştî herêma xwe gotûbêj kir.

Serokwezîr Barzanî her wiha got: Hêvîdarim şandên me bi vî ruhî di pêkanîna hikûmetê de serkeftî bin û gelê Kurdistanê jî ji karê hikûmetê razî be.

Ji aliyê din ve, Bafil Talebanî got, "Hevdîtinên me gelek baş derbas bûn."

Vî nûçeyê tevayî: 254 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:28:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x