Ciwanên Kurd di sala referanduma serxwebûnê de daxuyaniyeke çapemenî belav kir û tê de ev agahî hatin dayîn:
Weke Platforma Ciwanên Kurd, em bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku encamên Referandûmê bipejirîne û prensîba Mafê Çarenivîsa Neteweyan bicih bîne, encamên referandûmê yên ku bi bedêla xwîn û canê bi sedan kesî pêk hatiye, bi hezaran qurban û şehîdên Enfalê, ji bo parastina destkeftiyên netewî li vî beşê ji hêzên Welatparêzên Başûrê Kurdistanê. Em we dawet dikin ku hûn di zûtirîn dem de li dora heman maseyê bicivin.
Em pîrozbahiyê li Komîteya Referandûmê û spasdarê birêz Mesud Barzanî ne ku rêya dewletbûna gelê me vekir.
Encama referandûmê rêya me ya dewletek serbixwe ronî dike û hêzê dide hêzên welatparêzên Kurdistanê.
Em bang li hemû dewletên cîhanî û herêmî, komên çekdar û hêzên siyasî yên li herêmê dikin ku rêzê li mafên serweriya Herêma Kurdistanê bigirin