Êdî dê alîkarî neçin ji kampên li Herêma Kurdistanê re

Wezareta Koç Koçberan a Îraqê ragihand, piştî 30ê Tîrmehê dê alîkariya darayî ya ji bo kampên koçberan ên li Herêma Kurdistanê raweste.

18.03.2024, Pts - 10:59

Êdî dê alîkarî neçin ji kampên li Herêma Kurdistanê re
Nuçe Belav bike

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Ebas Cihangîrî da zanîn ku herî dawî dê 4 milyon dînar ji bo kampên penaberan werin xerckirin.

Li gorî agahiyên ku Elî Ebas dane, dê heta 30ê Tîrmehê ev alîkarî bigihin kampan û dê berdewam nekin.

“Ew alîkarî dê rawestin”

Elî Ebas jî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

"Xerckirina 4 milyon dînaran a ji bo wan penaberên li kampên Herêma Kurdistanê, dê heta 30ê Tîrmehê berdewam bike, piştre ew alîkarî dê rawestin. "

Ji bilî xerckirina 4 milyon dînaran jî hemû alîkariyên din ên wezareta me yên ji bo kampên penaberan ên li Herêma Kurdistanê dê rawestin."

Lî gorî amarên Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê, li Herêma Kurdistanê 24 kampên koçberan hene.

Dîsa li gorî Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê zêdetir ji 30 hezar malbatên koçber ên Îraqî li kampên Herêma Kurdistanê dijîn.

Elî Ebas diyar kir ku berê tîmên li kampên Herêma Kurdistanê, hejmara koçberan diyar kiriye.

Elî Ebas diyar kir ku wan vebijêrkên “vegera li mala xwe, bicihbûna li bajarê ku lê dimînin û çûna parêzgeheke Îraqê” dane ber koçberan.

Nêzîkî 70 hezar koçberî bi malbatî li Herêma Kurdistanê ne ku li derveyî kampan dimînin.

Ew alîkariya darayî ya ku 4 milyon dînaran pê tê, li wan nayê dabeşkirin.

Encûmena Wezîran a Îraqê 2ê Sibata îsal biryar da ku divê koçber vegerin vegerin ser mal û zeviyên xwe.

Herwiha biryar hat dayîn ku 30ê Tîrmehê hemû kampên koçberan bên girtin.

Elî Ebas ji Rûdawê re ragihand ku Hikûmeta Îraqê rijd e hemû kampên koçberan heta 30ê Tîrmehê werin girtin û koçber jî vegerin ser zevî û malên xwe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 313 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:59:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x