PDK û YNK roja 2 vê mehê û bi awayekî awarte bi serokatiya Serok Barzanî li ser mijara referandomê û bilindkirina alaya Kurdistanê li Kerkûkê civiyan.
Di wê civînê de li ser biryar hat dayîn ku referandoma serxwebûna Kurdistanê îsal were encamdan her wiha PDK û YNK bi partiyên din yên Kurdistanî re li ser referandomê hevdîtin bikin û wan jî tevlî xebatên referandomê bikin. Her wiha şandek serdana Bexdayê bike û bi Bexdayê re li ser referandomê hevdîtin bike.
Heftenameya Bas, ku hejmara wê ya nû îro derket, ji zarê jêderekî ragihandiye ku di civîna PDK û YNKê de hatiye gotin ku eger di referandomê de dengê “erê” bi ser ket, yan yekser yan jî demek kurt piştî referandomê, serxwebûn were ragihandin.
Her wiha wî jêderî daye zanîn ku di civîna YNK û PDKê de hatiye gotin ku divê welatên cîran yên Kurdistanê bên arxalînkirin ku referandom û serxwebûna Herêma Kurdistanê ti ziyanekî li wan nade û destkariya sînorên Herêma Kurdistanê bi wan re nayê kirin, tenê girêdayî Herêma Kurdistanê û deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê dibe.