Derdora gundekî Çemçemalê hat bombebarankirin

Rêveberê nahiyeya Axçelerê diyar kir ku saet 14.00an dronan gundê Çinartûyê bombebaran kir.

28.12.2023, Per - 14:12

Derdora gundekî Çemçemalê hat bombebarankirin
Nuçe Belav bike

Rêveberê nahiyeya Axçelerê yê navçeya Çemçemala Silêmaniyê Hêmin Behcet ragihand, piştî bombebaranê firoke li esmanê navçeyê geriyan.

Herî dawî di meha Tebaxê de gundê Çinartûyê hat bombebarankirin û di encamê de 2 endamên PKKyê canê xwe ji dest da û yek jî birîndar bû.

Gundê Çinartûyê gundekî şên e ku welatî lê dijîn, bombebaran 500 metreyî dûrî gund hatiye kirin.

Roja şarşemê demjimêr derdora 06:00 û 08:00ê sibehê, du dronan gundê Tuteqeliyê yê heman nahyeyê bombebaran kirin.

Rêveberê nahiyeya Axçelerê yê navçeya Çemçemala Silêmaniyê Hêmin Behcet got ku doh 5 caran gund hatiye bombebarankirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 240 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:04:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x