Di bûyereke trafîkê de 3 zarokan canê xwe ji dest dan

Di bûyereke trafîkê de li ser Erbet-Silêmaniyê 3 zarokan canê xwe ji dest dan.

29.08.2022, Pts - 10:49

Di bûyereke trafîkê de 3 zarokan canê xwe ji dest dan
Nuçe Belav bike

Bûyer demjimêr 01:00 nîveşeva Duşembê 29ê Tebaxa 2022an li ser rêya Erbet-Silêmaniyê çêbûye.

Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Silêmaniyê, Behmen Ebdullah ji Rûdawê re ragihand, “otomobîleke ji corê BMW bi lezeke zêde li motorsîklêtekê qelibiye û di encama bûyerê de 3 zarokên li ser motorsîklêtê canê xwe ji dest dane.”

Behmen Ebdullah herwiha got, temenê her sê zarokan di navbera 12-13 salan de ye û şofêrê otomobîlê de 20 salî ye.

Bi gotina Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Silêmaniyê, her sê zarok û şofêrê otomobîlê xelkê navçeya Erbetê ne.

Berdevkê Polîsê Trafîkê yê Silêmaniyê destnîşan kir, “piştî bûyerê şofêrê otomobîlê reviyaye lê belê polîsên Erbetê karîne wî li Komelgeha Erbetê desteser bikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 502 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:35:41
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x