Di êrîşa Îranê de pêşmergeyekî PDKÎ canê xwe ji dest da

Berpirsê Fermandariya Hêza Pêşmerge ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand, di êrîşa Îranê de bo ser baregeha wan a li Koyê pêşmergeyekî wan “şehîd” bûye.

21.11.2022, Pts - 12:28

Di êrîşa Îranê de pêşmergeyekî PDKÎ canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Îranê bi şev careke din bi dron û mûşekan êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê kir.

Supaya Pasdaran a Îranê şevê din baregeha PDKÎ li navçeya Koye, Kampa Cêjnîkan li nêzîk Hewlêrê û baregeha Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê li Zirguwêz a Silêmaniyê bombebaran kirin.

Berpirsê Fermandariya Hêza Pêşmerge ya PDKÎ, Kawe Behramî ji Rûdawê re ragihand, “di bombebarana Koyê de pêşmergeyekî me bi navê Bêhzad Îskat ku wek Çiyako dihat naskirin, şehîd bûye.”

PDKÎ jî di daxuyaniyekê de da xuyakirin, “derengiya îşev Supaya Pasdaran a Komara Îslamiya Îranê bi mûşek û dronan hejmarek bingehên Partiya Demorkata Kurdistana Îranê li nêzîk Koyê û Cêjnîkanê kir armanc. Di encama êrîşa mûşekî ya Îranê ya nû de bo ser bingeh û baregehên partiyê de mixabin pêşmergeyek bi navê Bêhzad Îskat şehîd bû.”

Êrîşa nû ya Îranê bo ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê çend rojan piştî wê yekê hat ku berpirsekî pilebilind ê leşkerî yê Îranê gef li Iraqê û Herêma Kurdistanê xwaribû ku dê operasyoneke bejayî bo ser sînorê Herêma Kurdistanê pêk bîne.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 166 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:02:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x