Di daxuyaniya Dijetrora Kurdistanê de, roja 26ê Hezîrana 2022an 4 mûşek arasteyî sengerên Pêşmerge û leşkergeha Zîlekanê ya hêzên Tirkiyê lê ne hatin kirin.
Li gorî zanyariyên Dijeterora Kurdistanê, ew 4 mûşek ji devera di navbera taxa Tehrîr a bajarê Mûsilê û nahiya Başîk de hatine avêtin ku ew dever li sînorê desthilata Hikûmeta Federal ye û mîlîşyayên çekdar lê hene.
Diyar kir jî, 2 mûşek li nêzîkî Fewca Du ya Lîwaya 112 a Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ketin û 2 mûşek jî li nêzîkî gundê Godadê yê ser bi nahiya Başîk li nêzîk leşkergeha Zîlekanê ketin û ti ziyanên canî û madî jê derneketin