Dîrektorê Îstixbarata Amerîkî: Serxwebûna Kurdan li ber dema ragihandinê ye

Dîrektorê Ajansa Îstixbarata Parastina Amerîkayê (DNI) Vincent R. Stewart, referandûma Herêma Kurdistanê ya ku tê pêşbînîkirin li meha Cotmeha 2017an pêk were nirxand.

24.05.2017, Çar - 06:05

Dîrektorê Îstixbarata Amerîkî: Serxwebûna Kurdan li ber dema ragihandinê ye
Nuçe Belav bike

Stewart destnîşan kir: "Serxwebûna Kurdan ne mijara bûyîn û nebûnê ye, ew li ber dema ragihandinê ye. Heger di navbera Bexdayê û alîyên din de lihevkirin çênebe, dê rewş aloztir bibe. Lewma jî dê referandûma meha Cotmehê diyarker be."

Dîrektorê Îstixbaratê Stewart li ser pirseke senatorê Amerîkî Jack Reed a li kongreyê ya ji bo referandûma Herêma Kurdistanê wiha axivî:

"Piştî têkbirina DAIŞê li Mûsilê kêşeya herî girîng lihevanîna Suneyan û Kurdan a hikûmeta xwedî giranîya şîa ye. Petrola Kerkûkê û dahata ku jê were, dê bibe karteke gefxwarina siyasî ya girîng. Eger çareserîyeke siyasî ji bo van kêşeyan neyê dîtin, dê di navbera alîyan de bibe sedema şer û pevçûnan. Serxwebûna Kurdan ne mijara bûyîn nebûnê ye, ew li ber dema ragihandinê ye. Heger di navbera Bexdayê û alîyên din de lihevkirin çênebe, dê rewş aloztir bibe. Lewma jî dê referandûma meha Cotmehê diyarker be."

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1600 kes dît.
Rojanekirina Dawî:19:38:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x