Du senatorên Amerîkî daxwaz dikin Washington ji bo çareseriya kêşeyên Hewlêr û Bexdayê gavên pratîk biavêje

Robert Menendez û James Risch nameyek ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê re şandin

16.08.2022, Sal - 05:58

Du senatorên Amerîkî daxwaz dikin Washington ji bo çareseriya kêşeyên Hewlêr û Bexdayê gavên pratîk biavêje
Nuçe Belav bike

Du senatorên Amerîkî di nameyekê de bo Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken nîgeraniya xwe li ser biryarên van demên dawî yên Dadgeha Federal a Iraqê ya li dijî sektora petrol û gaza Herêma Kurdistanê nîşan dane.

Her du senatorên Amerîkî daxwaz kirine, Amerîka hewl bide ku kêşeya biryarên Dadgeha Federal a Iraqê ya li dijî sektora enerjiya Herêma Kurdistanê were çareserkirin.

Serokê Lijneya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Senatoyê Robert Menendez û Endamê Lijneya Pêwendiyên Derve ya Encûmena Senatoyê James Risch di nameyekê de ji Antony Blinken re ragihandine: “Em bilez daxwazê ji îdareya Amerîkayê dikin ku Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqê di astên herî bilind de bi hev ve werin gihandin, da ku rê bide berdewamiya karê enerjiyê li Herêma Kurdistana Iraqê, ku beşeke veneqetiyayî ye di seqamgîrî û xweşguzerana Iraqê de, herwiha ji bo pêşxistina serxwebûna enerjiya Iraqê.”

Herwiha di nameyê de hatiye diyarkirin: “Em ji we daxwaz dikin, demildest di asteke bilind de pêwendiyê bi Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqê bikin ji bo parastina seqamgîriya aboriya Hikûmeta Herêmê.”

Di beşeke din a nameyê de hatiye destnîşankirin: “Em hêvî dikin çareseriyek were dîtin, ku wê yekê misoger bike kompaniyên Amerîkî dikarin di demeke kin de karên xwe cîbicî bikin bi awayekî ku pabend bin bi yasayên Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Iraqa Federal.”

Her du senatoran eşkere kirine: “Divê îdareya Amerîkayê hewl bide sûdê ji civîna vê dema dawî ya Serokê Amerîkayê ya ligel Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî werbigre û pêwendiyeke berdewam pêşve bibe û bihêz bike, bi taybetî di demekê de ku proseya pêkanîna hikûmetê demeke dirêj ajotiye û hîn jî nehatiye çareserkirin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 266 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:22:26
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x