Elî Husên: PDK dê di demek nêzîk de şandekê pêk bîne û bi partiyan re bicive

Endamê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Husên ragihand, di demeke nêzîk de wê PDK şandekê pêk bîne û ligel aliyên siyasî yên Kurdistanê bicive.

19.11.2022, Cts - 12:50

Elî Husên: PDK dê di demek nêzîk de şandekê pêk bîne û bi partiyan re bicive
Nuçe Belav bike

Endamê Polîtburiya PDKê Elî Husên ji BasNewsê re ragehand: ‘’Piştî ku di civîna îro de desteya kargêrî ya mekteba siyasî hate destnîşankirin, dê guhertinên din di nava PDKê de destpê bikin, di kongreyê de behsa wan guhertinan hatiye kirin, lewma dê bên kirin. Di civîna Polîtburoyê vê hefteyê de careke din hat nîqaşkirin.”

Herwiha Elî Husên got: Ew babetên ku di kongreya 14 ya PDKê de hatine gotûbêj kirin, dê di civînên dahatî yên Polîtburoyê de wek bingeh bên wergirtin û kar li ser bên kirin.

Derbarê peywendiyên di navbera PDK û partiyan de jî, Elî Husên ji BasNewsê re got: “Şand dê di demek nêzîk de were avakirin û ligel aliyên Kurdistanî û Iraqî ji wan jî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bicive.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 406 kes dît.
Rojanekirina Dawî:09:01:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x