Encûmena Wezîran: Pêwîst e Hikûmeta Federal dawî li neheqiya li hember karmendên Herêma Kurdistanê bîne û mafê wan bide

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 6ê Berçile bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civiya.

06.12.2023, Çar - 20:13

Encûmena Wezîran: Pêwîst e Hikûmeta Federal dawî li neheqiya li hember karmendên Herêma Kurdistanê bîne û mafê wan bide
Nuçe Belav bike

Di destpêka civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser navê Encûmena Wezîran pêşwazî li Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl kir, ji bo beşdariya wî di civînê de û destbikarbûna wî bi erk û karên xwe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî herwiha kurteyek derbarê encamên dîdar û civînên şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di Lûtkeya Guhertina Keşûhewayê de ku li bajarê Dubey yê Îmaratê hatiye lidarxistin, pêşkêş kir.

Di xala yekem de, pêşhatên dawî yên bûdce û mûçeyên Herêma Kurdistanê di serdana dawî ya şanda danûstandinan a heftiya borî bo Bexdayê de, ji aliyê wezîrên pêwendîdar ve, hatin gotûbêjkirin.

Şanda danûstandinan ronîkirinên pêwîst pêşkêşî Encûmen Wezîran kir û amaje bi wê yekê jî kir ku tevî pêkhatina lihevhatineke hevbeş li Bexdayê ku mûçeyên karmendan, mafên darayî yên karmendan e û divê ji nakokiyên siyasî û erkên siyasî bên cudakirin û divê wek xwe bêne xerckirin.

Şanda danûstandinan bal kişande ser wê yekê ku danûstandinên vê dawiyê, tiştên ku pêşkêşî şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê hatine kirin, çareseriya bingehîn ji bo vê pirsê û pirsgirêka mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê çareser nake ku mehane 944 milyar dînar e û ji bo salekê zêdetirî 11 trîlyon dînar e. Ji ber wê, ewê ku Bexda dike, binpêkirina aşkere ya mafekî destûrî yê gelê Kurdistanê ye.

Encûmena Wezîran daxwaz ji hikûmeta Federalî dike ku di zûtirîn dem de, projeyasaya sererastkirina yasaya bûdceya federalî pesend bike û ji Encûmena Nûneran re bişîne, da ku mûçeyên karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê wek ku di tabloyên yasayê bûdceyê de hatiye, dabîn bike. Li ser asta siyasî jî, hemû aliyên siyasî yên di kabîneya Mihemed Şiya Sûdanî de piştevaniya projeya sererastkirina bûdceyê dikin, da ku karmendên Herêma Kurdistanê weke navçeyên din ên Iraqê, mûçeyên xwe di dema xwe de werbigirin û êdî neheqî li mûçeyên karmendan neyê kirin. Di çarçoveya rêkeftin û yasaya bûdceyê de, divê mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bên şandin û mûçe jî bi rêya Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê bê dayîn.

Ji aliyeke din ve, Herêma Kurdistanê hemû erkên xwe yên li hember hikûmeta federal û desteya hevbeş a her du Dîwana Çavdêriya Darayî ya Federal û a Herêma Kurdistanê bi cih aniye, pêdaçûn li ser hemû dahat û xercî û mîlaka wezîfî ya Herêmê kirine. Ji bilî wê jî, Herwiha Herêma Kurdistanê bi şandina petrolê ji bo bikaranîna navxwe, erkên xwe yên petrolê li hember Wezareta Petrolê ya Federal bi cih aniye, lê hikûmeta federal ti pere nedaye kompaniyên petrolê. Ji ber wê jî ti hincet nîne ku hikûmeta federal mûçeyê karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê nede.

Di xala duyemîn a civînê de, Cîgirê Serokwezîr derbarê zêdebûna bûyerên tundiya li ser jinan raportek pêşkêş kir. Her wiha amaje bi sedemên tundûtûjiyê û çawaniya çareserkirina wan kir û daxwaz ji wezaret û aliyên peywendîdar kir ku ji bo cîbicîkirina stratejiya rûbirûbûna tundiya li dijî jin û malbatan, hevkariyê bikin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li ser giringiya parastina mafên jinên Kurdistanê û girtina tedbîrên tund û sizakirina hemû kesên tundûtûjiyê li dijî jinan dikin kir, ku nabe bi ti awayî xemsarî di vê derbarê de bê kirin. Serokwezîr saziyên hikûmetê raspardin ku ji bo nehîştina tundiya li ser jinan, kampanyayeke mezin a hişmendiyê bikin.

Piştre Wezîrê Navxwe Rêbar Ehmed raporek pêşkêş kir û got ku li ser rasperdeya Serokwezîr, ew ligel Encûmena Bilind a Jin û Geşepêdanê û hejmarek ji rêxistinên civaka sivîl re civiyaye ji bo çareserkirina pirsgirêkên li pêşiya cîbicîkirina yasa û rênimayên girêdayî rûbirûbûna tundiya li ser jinan.

Encûmena Wezîran piştgirî da pêşniyarên ku di rapor û civînê de hatine kirin û piştgiriya xwe ya ji bo Rêveberiya Giştî ya Rûbirûbûna Tundiya li Ser Jin û Malbatan û hemû rêxistinên ku di vî warî de dixebitin tekez kir, ji bo sînorekê ji tundiyan re bê danîn.

Di dawiyê de, Encûmena Wezîran pêşniyara Wezîrê Şaredarî û Geştûguzariyê Sasan Awnî ya derbarê lêxweşbûn û daxistina bi rêjeya %15 ji dana qerzên hevbeş ya krêya avê de pesend kir, bi şertê ku di nav 90 rojan de ji roja weşana rênmayên Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê ve, were dayîn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 240 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:25:13
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x