Encûmena Wezîrên Kurdistanê Sala nû pîroz kirin

Bi helkefta hatina serê sala taze Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û hêvî xwast ku sala nû sala temambûna şer û nexweşiyan be.

01.01.2017, Paz - 07:47

Encûmena Wezîrên Kurdistanê Sala nû pîroz kirin
Nuçe Belav bike

Di peyamê de hatiye:

Sala nû ya 2017 di serî de li hemû malbatên şehîdên Kurdistanê û li pêşmergeyên qehreman û li hemû ev kesên ku îro li çeperan de berevaniya Kurdistanê dikin û li hemû pêşmergeyên xobexşên birîndar û li hemû xelkê Kurdistanê û Iraqê û cîhanê piroz dikin û hêvîdarin ku sala nû ji bo kurdistaniyan û hemû gelên cîhanê sala seqamgîriyê û aştiyê û sala serkeftinê û kameraniyê be herwaha sala temambûna teror û şer û nexwaşiya be.

Rexmî serkeftinên leşkerî û dîpolomasî yên Kurdistanê li gel kirîzên ku kurdistanê girtibûn me saleke din derbas kir lê belê cîhê daxê ye ku hêşda bi sedan hezar penaber bi taybet jî xwişk û birayên êzîdî û mesîhî û pêkhatiyên din li kempa da dijîn, û em hêvîdarin ku sala nû sala vegera bi serbilindî û serkeftiyane ya xelkê penaber, ji bo ser milk û malên xwe yên azad û avedan be.

Bi vê helkeftê em spasî û pêzanîna xwe ji bo hemû xelkê Kurdistanê û bi taybet jî pêşmegeyên qehreman û hêzên asayîşê û hemû karmend û mûçexwaran tekez dikin ku li zehmetiya rewşê têgehiştine û li heber hemû zehmetiyan xweragir bûne û dibin, û em hêvîdarin bi yekrêziya me hemûyan û bi hewla hemû aliyan sala nû sala çareseriya hemû arîşe û kirîzan be û sala pêşkeftina berdewam a Kurdistanê be.

Dubare hêviya saleke nû ya xweş û bêhnvedaneke aram ji bo hemû kesan dixwazin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1299 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:48:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x