Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ji bo du mijarên girîng dicive

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 14ê Gulanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive û tê çaverêkirin ku du mijarên sereke bên gotûbêjkirin.

14.05.2025, Çar - 10:53

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê ji bo du mijarên girîng dicive
Nuçe Belav bike

Di beşa yekem a civînê de, dê li ser reşnivîsa biryara Encûmena Wezîran a derbarê projeya "Ronakî" gotûbêj bê kirin. Armanca vê projeyê ew e ku xizmetguzariya elektirîkê ya 24 demjimêrî ji bo hemû beşdarên torên kehrebeya niştimanî bi awayekî berfireh û berdewam bê dabînkirin.

Herwiha, di çarçoveya projeyê de, dê li ser rêgirtina li ber zêdexerciyê, hevsengiya di dabeşkirinê de, û parastina jîngeh û tenduristiya giştî jî bê sekinandin.

Di beşa duyem a civînê de, dê raspardeyên wezaretan û aliyên din ên ne girêdayî wezaretan bên nirxandin. Ev rasparde ji bo hevahengî û hevkariya Desteya Hevbeş a Hûrbîniyê ya herdu Dîwanên Çavdêriya Darayî ya Federal û Herêma Kurdistanê ne. Desteya navborî niha mijûlî amadekirina reşnivîsa raporek hevbeş e li ser hûrbîniya darayî ya Herêma Kurdistanê.

 

Vî nûçeyê tevayî: 69 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:53:46
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x