Ferhan Cewher: Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî lihevkirinên di navbera Iraqê û welatên cîran de be

Şarezayekê siyasî ragehand, ew lihevkirinên ewlehiyê yên di navbera Îraqê û welatên cîran de dihên kirin dirêjkirinên lihevkirinên borî ne, û tenê xelkê Herêma Kurdistanê bûye qurbanî.

06.10.2023, Cum - 10:29

Ferhan Cewher: Divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevlî lihevkirinên di navbera Iraqê û welatên cîran de be
Nuçe Belav bike

Ferhan Cewher, şarezayê siyasî, ji bo Kurdistan24ê ragehand, ew lihevkirinên di navbera Îraqê û welatên cîran de dihên kirin dirêjkirinên lihevkirinên borî ne, û tenê xelkê Herêma Kurdistanê bûye qurbaniyê van lihevkirinan.

Herwesa wî got: ew lihevkirinên di navbera Îraqê û Îranê û Tirkiyeyê de hebûne û niha jî hatine nûkirin bûne sedema wê yekê rêyê bidin wan welatan ku êrîşan bikin ser axa Herêma Kurdistanê, em dibînin jî ku rojane xelkê Herêma Kurdistanê şehîd dibe û gundên xwe çol dike.

Wî amaje da wê yekê jî ku ji ber êrîşên welatên cîran 500 gund nehatine avedankirin, wesa jî difikirin ku em piştevaniya wan komên çekdar dikin ku Herêma Kurdistanê çi dest di piştevaniya wan komên çekdar de nîne yên ku ewlehiya wan welatan bixin xeterê.

Wî behsa wê yekê jî kir ku roja Çarşemê, Sabit Mihemed Ebasî yê wezîrê bergiriya Îraqê serdana Tirkiyeyê kir, ji bo nûkirin û dirêjkirina lihevkirina ewlehiyê, ku êrîşê bikin ser wan komên çekdar ên ku li nav axa Herêma Kurdistanê ne.

Herwesa wî got: ew lihevkirin bê razîbûna Herêma Kurdistanê nahên bicîanîn, lê eger bi hemahengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê be, bi piştrastî ve lihevkirin dê baştir cihê xwe bigirin, xelkê Herêma Kurdistanê jî dê bê parastin û nabe qurbanî.

Herwesa wî ragehand: Wekî ez dizanim, di wê lihevkirina dawiyê ya di navbera Îraqê û Îranê de, berpirsên Herêma Kurdistanê hebûn. Lewma divê hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirs di wan kombûnan de amade bin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 303 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:12:15
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x